Şaredariya Wanê Xiristiyanan dike hedef

Di bîlboardên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin, Xiristiyan yekser weke hedef hatin nîşandan.

Li Wanê, Xiristiyanên ku di cejna xwe ya Noelê de ne, ji aliyê hin komên olperest ve hedef hatin nîşandan. Hin komên xwe bi rêya komeleyan bi rêxistin kirine, bîlboardên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku ji aliyê qeyûm ve hatiye destesekirin kirê kirin û mirovên Xiristiyan hedef nîşan dan.

Komeleya bi navê Îslam Der, li bîlboardên ji aliyê qeyûm ve ji wan re hatiye dayin, afîşa bi nivîsa "Ey Misilman, li cewhera xw evegere. Pîrozbahiyên sersalê adeteke Xiristiyanen e" daliqand. Her wiha baweriya Xiristiyaniyê jî weke qumar, fûhûş û alkolê tê nîşandan.

Serokê Komeleya Dêra Wanê Vahît Yildiz anî ziman ku hin kes, ji bo baweriya Xiristiyaniyê nebaş nîşan bidin, sersalê ji bo xwe weke firsendekê dibînin. Yildiz bal kişand ser bîlboardê ku bi navê Îslamê hatiye kirin û got, "Ev rewş, beriya her cejna Noelê tê kirin. Beriya niha li hin rojnameyên herêmî û hin qunciknivîsan li ser dêrê û civata Îsevî ya li Wanê nivîsên neyînî nivîsandin. Her wiha hin serokên komeleyan jî nivîsên weke vê nivîsandin. Jiyana me dixin nava rewşeke xetere, me dikin hedef. Eger êrîşek li dijî dêrê û xwişk û birayên me yên Îsevî were kirin, ev ê berpirsyar bin."

Yildiz di dawiya axaftina xwe de got, "Bi hêviya ku aramî, aştî û bereketê bîne, cejna Noelê li hemû welatiyên me yên Xiristiyan pîroz dikim."