Şaredariya Rihayê ya AKP'yî bajêr parsêl bi parsêl difiroşe

Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê ya AKP'yî, bi dehan parsêl erdê li du taxên li navenda Rihayê pêşkêşî firotinê kir. Îhaleya van erasên ku buhayê wê 100 milyon TL ye, wê di 21 û 28'ê Kanûnê de were kirin.

Hikumeta AKP'ê ku bi rêya qeyûman 93 şaredariyên DBP'yî desteser kir, beşek ji şaredarên xwe bi gefê kir ku îstifa bike, lê der heqê wan de ti doz venekir. Wezareta Karên Hundir ku şaredar û endamên meclîsa şaredariyê yên Wêranşar, Heweng û Xelfetiyê bi biryareke siyasî ji wezîfeyê girt, li şûna wan qeyûm bi cih kir.

Li Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê jî, endamên meclîsê yên DBP'yî hatin tasfiyekirin û bi vî rengî mûxalefet nehat hiştin. Bi vê yekê re Şaredariya AKP'yî dest bi firotina malên ku nayê rakirin kir.

26 parsêl li taxa Seyrantepeyê, 14 parsêl li taxa Ertûgrûl Gazî bi giştî 40 parsêl erase ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê ve tê firotin. Ji van erasa herî biçûk donimek e, ya herî mezin jî 29 donim e ku buhayê van jî 1 milyon TL heta 11 milyon TL ye. Buhayê ku Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê ji bo van hemû eraseyan diyar kiriye, zêdeyî 100 milyon TL ye.

Ev biryar ji aliyê Meclîsa Şaredariya AKP'yî ve hatiye dayin. Jİ ber ku mûxalefet li meclîsa şaredariyê nehatiye hiştin, kes li ber ranebû.