Şaredariya gel a Efrînê

Hevserokê Şaredaryia Kantona Efrînê Nûrî Şêxo behs kir bê ka şaredariya kantonê çawa rêxistinî dibe, çawa xizmetê dide gel.

Şaredariya gel a ku bi Şoreşa Rojava re çêbûyî, xebatên ku li tevahiya Rojava û Kantona Efrînê yên ji bo ku xizmeta gel, Hevserokê Kantona Efrînê Nûrî Şêxo ji ANF’ê re nirxand.

LI EFRÎNÊ GEŞBÛNA ŞAREDARIYÊ

Hûn dikarin behs bikin bê ka li kantona Efrînê şaredariya gel çawa bi rê ve diçe, behsa damezirandina wê û bi pergaleke çawa xizmetê ji bo gel dike?

Ev 3 sal in em li Efrînê şaredariya gel dikin. Beriya bi 2 salan ji bo xebatên şaredariyê hilbijartin hatin kirin û hevşaredar hatin hilbijartin. Piştî şoreşê demekê ev xebat di ser saziya civaka sivîl (SCS) re meşiyabûn.

Şaredarî pêşî li ser dabînkirina pêdivî û arîşeyên rojane damezirî. Ji bo vê jî di qonaxa pêşî de xebatên şaredariyê hatin destpêkirin. Niha li tevahiya Efrînê 28 şaredarî hene û 3 ji van li Efrîn navendê xizmetê dikin. Ji bo ku di nav van şaredariyan de koordînsyonê bike di bin banê Hikûmeta Xweser a Kantonê de Wezareta Rêveberiya Taxî hatiye damezirandin. Bi rêxistiniya şaredariyan re û hewcehiyên darayî ve Wezareya Rêveberiya Taxî têkildar dibe.

Ev wezaret ji ber şertên şer û şoreşê di venêrana giştî ya şaredariyan de û parvekirina wekhev de her çendî girîng be jî di geştirbûna însîyatîvên xwecih de dikare dezavantajan jî çêbike. Rêveberiyên taxî xwe bi midûriyetan û rêveberiyan birêxistin dike.

Li kantona Efrînê niha 5 midûrîyet hene. Ev midûrîyet ji ekeltrîk-a, ragihandi, gihandin, tapû kadastro û ekolojiyê pêk tên.

Ji bo ku xebatên şaredariyê bipergaltir pêk werin, rêxistiyên rêveberî hatin avakirin. Bi şeş rêveberiyên weke dîvan, arşîv-sîcîl, çandinî û proje, karê avakirin-fenê û kanên mirovî xebatên xwe bi rê ve dibe.

Beriya niha jî min gotibû, li Efrîn navendê 3 şaredariyên me hene, yek ji van şaredariya navend e û duyên dî jî Şaredariya Taxa Eşrefiyê û ya dî jî ya Efrîna Nû ye.

Şaredariyên me di rêveberiyên weke fen-avakirin, dîwan, arşîv-sîcîl, çapemenî, paqijî, zabita, rêveberiya zewacê û yekîneyên venêranê xwe rêxistinî dike.

Şaredariya Gel li kantonên Rojava û Bakurê Sûriyê ji ber ku ne xwedî rabirduyeke domdirêj e hê di hêla tecrûbeyan de kêmasiyan dijî, personelên pispr kêm in. Lê li gel her tiştî jî avantajên wê hene ku şaredariya gel bi giyanê amatorî werin kirin.

Avantaja wê ya sereke jî ew e ku jidil xwedî li şaredariya gel derdikevin. Ji şaredariya pegalê ya burokratîk dûr xizmet ji bo gel tê kirin.

ORGANA SEREKE YA ŞAREDARIYAN MECLÎSÊN GEL IN

Şaredariyên gel hemû bi pergala hevseroktiyê rêxistinî dibe, hinekî dikarin behsê bikin, bi sîstemeke çawa têne hilbijartin hevserok?

Hevşaredar ji hêla gel ve têne hilbijartin. Hilbijartina giştî bi tevlêbûna hemû tax, bajarok, navçe û navenda bajêr ve pêk tê. Bi vê hilbijartinê meclîsa şaredariyê û hevşaredar têne hilbijartin. Hemû şaredariyên me bi pergala hevseroktiyê têne birêvebirin. Hevseroktî berdevkiya meclîsa şaredariyê ye. Organa sereke ya şaredariyan meclîsa gel e. Her gund, bajarok, tax, li gorî nifûsa xwe, bi wekheviya jin û mêr xwedî meclîsekê ye. Hijmar li gorî hewcehiya qadê 9, 15 an jî dikare zêdetir, kêmtir be.

Rêveberiyên şaredariyan di proje û çareseriya arîşeyan de, di çalaktirkirina şaredariyan de dikarin bibin xwedî însîyatîv. Ji bo ku xebat bi pergal bin xwedî roleke girîng in.

XEBAT BI CIVÎNÊN PERÎYODÎK TÊNE KONTROLKIRIN

Pergala xebat û civînan a şaredariya gel çawa dixebite, çawa bandorê li ser gel dike?

Koordînasyona taxên îdarî du jê jin û sê jê mêr ji 5 kesan pêk tê. Weke komîteyekê dixebite. Ev komîte koordînasyona şaredariyan çêdike. Şaredariyan dişopîne û ahengiya wan çêdike. Ev koordînasyon heftiyê civînan li dar dixe. 15 rojan carekê jî bi tevlêbûna Şaredariya Navend a Kantonê û midûrên 5 rêveberiyan civînê dike. Mehê carekê jî Komîteya Rêveberiyên Taxê li tevahiya kantonê bi tevlêbûn hemû hevşaredar û midûrên şaredariyê civînê dike.

Di van civînan de her qad xebata xwe dike, perspektîfa xebatê datîne. Xebat têne kontrolkirin. Tespîta hewcehiyan tê kirin, derfet têne çêkirin û biryar têne standin ji bo ku arîşe werin çareserkirin.

GEL TEVLÎ XEBATÊN ŞAREDARIYA GEL DIBE

Gel çawa nêzî hişmendiya xebatê ya şaredariyê dibe û çawa tevlê dibe?

Ji navê şaredariyên me diyar e; şaredariya gel. Felsefeya xebatê demokratîk û ekolojîk e. Xeta sereke ya şaredariyên me çareserkirina arîşeyên serke ya gel û bîrewerkirina gel e. Helbet em arîşeyên gel çareser dikin. Ev şaredarî yên gel in. Li van şaredariyan peywir û berpirs a gel e. Derbarê van peywir û berpirsyariyan bîrewerkirina gel ji çareserkirina gel girîngtir e.

Di encamê de gel tevlî hemû biryaran dibe. Komunên gel û meclîsên gel hem gel zane dikin û hem jî tevlî nav xebatan dikin. Di hemû karan de destûra gel tê standin. Bi vê ne tevlêbûna temsîlê ya gel tê kirin. Her wiha hemû xebatkarên şaredariyê ji ber ku di heman demê de endamê komuna xwe ye tevlêbûna gel her wiha tê kirin.

DEWLEMENDÎ NE JI REJÎMÊ RE JI GEL RE DIÇE

Piştî rejîma Beas we dest bi xizmetdayinê kir. Çi guherî ji wê demê û heta niha ve, heta niha çi xizmet hate kirin?

Li Rojava weke ku tê zanîn di dema rejîma Beas de polîtîkayên mêtingeriyê hatin kirin. Xizmeta şaredariyê ya ku wê ji pêdiviyên gel re bibe bersiv, ji pêdiviyên rojane re bibe bersiv hema bibêje nebû. Belê hin saziyên qismî hatin çêkirin lê ev tenê artêşa karmendan a avahî û memûran bûn.

Van saziyan xizmeta nedane Kurdên li herêmê, ji bo dewlemendiya herêmê bidin rejîmê ev sazî hatin avakirin. Rojava ji hêla rejîma Beas ve hate mêtin. Gel bê kar hate hiştin, gel ber bi Sûriyê ve kişand û xwest ku asîmîle bike. Hêza kar ji bo ku sîstema xwe xurt bike bi kar anî.

Ji bo vê jî ji gundan bigirin ta bi bajaran ti xizmet nedane gel. Bi jêravaniya ve re serê xwe neêşandin. Bi şoreşê re li Rojava şer û jiyana civakî bi hev re çêbû. Îro li gorî derfetan xizmetê didine gel. Tişta ku rejîma Beas bi 10’an salan çêkir, me di sê salan de çêkir.

Ji bo ku jêravanî, pergala kêzîkê, av, elektrîk û rê çareser bibin me gelek xebat kirin. Rêyên navenda kantonê û navçeyan hatin nûjenkirin.

Ji ber şer gelek kes ji Heleb, Şehbayê hatin Efrînê û pêdivî bi xaniyan çêbû. Ji bo vê jî biryar hate dayin ku li gorî sîstema ekolojîk avahî werin danîn. Her wiha park û baxçe hatin danîn.

Midûriya Zabitayê ya Şaredariyê kontrola bazarê dike, dike ku jiyan bi pergalê û li gorî tendirûstiya gel bimeşe. Ji be şerê Rojhilata Navîn û Rojava ji bo ku stokkirin zêde nebe xebateke girîng tê kirin. Her wiha kalîte û paqijiya mezaxtinê ya ku diçe ber gel tê kontrolkirin.

HATINA  JI KARGEHAN JI BO ŞAREDARIYE DIBE KAN

Ji bo ku şaredarî baştir xizmetê ji gel re bike hûn kanên xwe çawa peyda dikin?

Hatine me ya herî mezin kredî ne ku di ser Wezareya Rêveberiya Taxî re ji hikûmeta kantonê têne standin. Ev ne bûdçeyeke diyarkirî ye, li gorî hatine kantonê ye. Li Efrîn, Cindirêsê û Ravoyê hin erazî û milk û kargeh ên şaredariyê hene. Hatina ji van deran bi rengê xizmetê diçe ji gel re. Her wiha hatine me ji xizmeta paqijî û xizmeta avê heye.

Çi dibe aseng ku hûn nikaribin baştir xizmetê bikin?

Ji avadaniya kantona Efrînê bigirin, ta ku gel bikaribe di şertên baş de bijî gelek tişt hene. Lê ketin û derketina ji kantona Efrînê ji hêla dewleta Tİrk û çeteyên wê ve hatine girtin.

Heta ji dest tê em xizmetê dikin. Ji bo xizmeteke baştir mekîne û pêdiviyên dî dabîn dikin. Bi vî awayî xizmetê bandorê li bûdçeya me jî dike.

Gelê Efrînê ji ber ku baştir bi vê rewşê dizane şertên berdest baştir analîz dike û li gor wê jiyana xwe rêxistinî dike. Gelê Efrînê jî ku tê xwestin were asêkirin, dixwaze ku ne bi pirnisînê lê bi parastina xak û gel dikare heq ji van kêşeyan derkeve.