Şaredariya Erdîşê ji hêla JÎTEM’ê ve tê birêvebirin

Midûrê Emniyetê û Alîkarê Qehûm Murat Hoş  bi êrîşkarê ku tundiyê li ser nûçegihanan dike rûnişt, Çawişê Pispor Tarik Fatîh anî ser Zabitayê.

Piştî ku Murat Hoş kirin Alîkarê Qeyûm Çawişê Pispor Tari Fatîh jî anîn ser Şefê Îstîxbaratê yê Amîrtiya Zabita.

Hoş wiha tê naskirin ku dema ku Midûrê Emniyetê bû ji parlamenterê HDP’ê re gotibû, ‘’ez dewlet im, destlênedana min heye’ û ji nûçegihanan re gotibû, ‘’hûn ne nûçegihan in, hûn terorîst in’’ û bi êrîşên xwe yên li ser gel tê naskirin.

Bi vî rengî Şaredariya Erdîşê kete destê jandarma, îstîxbarat û polîsan. Vê jî kir ku li Erdîşê gel bibêje, ‘’Şaredarî ji hêla JÎTEM’ê ve tê birêvebirin.’’

‘HÛN Ê BIBIN GUHÊ ME YÊ LI KUÇEYAN’

Murat Hoş ku anîn ser alîkariya qeyûm, karê pêşî bi xebatkarên paqijiyê re civînek kir, di mijara îstîxbaratê de semînerek da. Hoş ji xebatkarên paqijiyê re got, ‘’hûn ê bibin guhê me yê li kuçeyan.’’

Piştî ku Hoş tim gef li nûçegihanan dixwend, heftiya bihurî nûçegihan Idrîs Yilmaz û Erhan Akbaş ku ji bo nûçeya gendeliyê çêbikin çûbûne şantiyeyê, zilamên karsaz Şahîn Yagar ku ji qeyûmê îhale standibû, hewl dan ku êrîşê bi ser nûçegihanan de bibin. Piştî hewldana lîncê ya ku bû sedema nerazîbûnên mezin Murat Hoş bi êrîşkar Şahîn Yagar re hate cem hev û jê re got, ‘derbasî be’. Piştre bi hev re wêne girtin. Êrîşkar Şahîn Yagar ev wêne li ser hesabê xwe yê medya civakî par ve kir.

DIJÛN LI JINAN KIR

Karsazê êrîşkar Yagar dijûnên zayenî li wan jinan kir ku li ser hesabên medyaya civakî li dijî êrîşê helwest nîşan dabûn.