Şaredarê AKP’yî gef li welatiyan xwar!

Şaredarê AKP'yî yê Yeşîlliyê Hayrettîn Demîr, di daxuyaniya xwe ya li ser biryara betalkirina 2 taxên navçeyê weke "herêmên bi xeter" ên li navçeyê, gef li welatiyan xwar.

Biryara Lijneya Wezîran a di Îlona 2016‘an de ku taxên Gul û Tepebaşi yên navçeya Yeşîllî ya Mêrdînê wek "Herêmên bi xeter" hatibû îlankirin, piştî ku hat tespîtkirin ku kiryarên sexte hatine kirin, ji aliyê Şûreya Dewletê ve wek "neqanûnî" hat betalkirin. Beriya biryarê li navçeyê di bin navê projeya "Veguherîna Bajarvaniyê" de ji aliyê Şaredariya Yeşîllî ya AKP'î ve malên welatiyan bi darê zorê hatin hilweşandin, piştî biryarê Şaredarê AKP'ê Hayrettîn Demîr jî daxuyaniyên gefxwarinê da.

Ewil Demîr, bi endamên çapemeniyê re hevdîtin kir, piştre li ser hesabê xwe yê Facebookê daxuyanî da. Demîr di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew ê projeya "Veguherîna Bajarvaniyê" nerawestînin û destnîşan kir ku tenê ji bo xaniyên ku li herêma Veguherîna Bajarvaniyê ne û belgeya qeyda avahiyan li cem wan nînin dê bihaya erd bê dayîn.

Demîr got: "Em biryara Şûreya Dewletê bi rêzdarî pêşwazî dikin û em ê vê biryarê bi cih bînin. Me diyar kir ku ji niha û pê de pêkanînên li dijî mewzûata îmarê di dewrê de ne. Ji ber ku Şûreya dewletê û Serokkomariyê di biryara gelemperîkirinê ya lezgîn dibêje; Ger avahiyên li dijî mewzûata îmarê hebe, wê li gorî wê muamele were kirin. Ji niha û pê ve tenê bihayê erd ji kesên ku ne xwediyê destûr, belgeya qeydkirina avahiyan, ango belgeya îqametê û belgeyeke serbixwe ne, tê dayîn.“