Şanoger Şehîr: Şano ruhê zindî yê gelan e

Derhêner û şanoger Giyasetîn Şehîr diyar kir ku şano hemû rengên jiyanê li gel xwe kom dike û nunertiya zimanê jiyanê dike.

Derhêner û şanogerê kurd Giyasettîn Şehîr, li ser rol û bandora şanoyê di nava çand û hunera Kurdan de ji ANF'ê re axivî.

'NÛNERTIYA ZIMANÊ JIYANÊ DIKE'

Derhêner û şanoger Giyasetîn Şehîr diyar kir ku şano hemû rengên jiyanê li gel xwe kom dike û nûnertiya zimanê jiyanê dike. Şehîr da zanîn ku şano lêgerîna jiyanê û nexşandina jiyanek nû ye û wiha axivî: "Şano ji bo Kurdan arşîva hunera Kurdan e ku salan ser vê axê heye. Mirovên şanoger pêwîst e li hemû cihan karibin karê xwe yê şano bi cih bînin. Di salên 90’an de tevî ku zextên pir mezin li ser zimanê Kurdî hebûn jî şanoger û ciwanên Kurd li her deverê karê xwe yê şanoyê bi rê ve dibirin."

Şehîr anî ziman ku di civaka Kurd de, mîtolojî yan jî çîrokên Kurdan bi taybet bi rêya dengbêjan, bi şêwazê çîrokî hatine gotin û wiha pê de çû: "Dema em behsa dengbêjiyê dikin mirov tenê di aliyê muzîkê dihizire, lê belê dema mirov li rastiya dengbêjan bigere wê bibîne ku di rastiyê de di dengbêjiyê de şanogerî heye. Ji bo şano çîrok pêwîst e. Ji bo ku ew çîrok were gotin jî divê mirovek bi lêv bike. Mirov dikare bêje, şano bi dengbêjiyê dest pê kiriye. Dengbêjiyê malovanî ji hemû beşên hunerê re kiriye û çanda Kurdan heta roja me ya îro aniye. Şanoya Kurd jî hemû berhemên hunerî di nava xwe de vedihewîne. Şano bi zindîbûna xwe temaşevanan himbêz dike û her dem şano hêz û giyanekê dide mirovan."

'ŞANO HUNERA PÊŞVEBIRINA CIVAKÊ YE'

Şehîr dibêje şano di dîroka gelên bindest de xwedî cihekî girîng e û wiha axaftina xwe dewam kir: "Di têkoşîna rizgariya gelan de şano ristekî xwe bi rêxistinkirinê ye.  Şano xwe dîtin û ji nûve naskirine. Şano ruhê zindî yê gelan e û hunerekî ya pêşxistina civakê ye. Di rastiya xwe de bingeha şanoyê ji gundan tê û di demê berê de jî şano li gundan di asta herî jor de bû. Di kêfxweşî û şahiyan de civakê bi xwe bi awayek xwezayî şano dilîst. Çîrokê şanoyê jî hemû xwezayîne û ji ber vê jî şanoya Kurd di nava çar dîwaran de nikare bê girtin. Her cîh ji bo şanoya Kurdî qada şanoyê ye."

'ŞANOGERÎ ŞOREŞGERÎ YE'

Derhêner û Şanoger Giyasetîn Şehîr bilêv kir ku şanogerî di heman demê şoreşgerî ye û ev tişt got: "Şano berdevkê sereke yê civakê ye û vegotina daxwazên civakê ye. Şano rastiyan tîne ziman û riya civakê ronî dike. Şano desthilatdaran aciz dike û qebûl nake. Wijdana şanoyê wijdana hemû gelên bindestin. Ji derveyî şanoya sîsteman, rejîman û dewletan hemû şanoyên civakê şoreşger in û li hember in. Şano di mejiyê mirovan de pirsan çêde ku dibe sedema lêgerîna bersivan. Her lîstikek ya şanoyê nasnameyek e. Rejîm ji bandora şanoyê ditirse û ji bo vê jî herdem şano ji bo xwe weke gef dîtine."

GIYASETÎN ŞEHÎR KÎ YE?

Di sala 1973’an li Amedê hatiye dinyayê û ji zarokatiya xwe heta niha şanogeriyê dike. Di sala 1990’an li Amedê cihê xwe di nava koma şanoyê de girtiye ji wê rojê heta niha li ser şano û kurte filîmên Kurdî xebat daye meşandin.  Şehîr derhêneriya 15 lîstîkan kiriye û 6 rêze filîm jî kişandiye. Her wiha Şehîr di sala 2011’an di 50'mîn Mîhrîcana Purtuqala Zêrîn a Navneteweyî ya Antalya yê weke derhênerê herî baş yê hunerê hat hilbijartin.