Şandeya KNK’ê bi KCD’ê û HDP’ê re bi mijara yekîtiya netewî civiya

KNK ya ku bang kiribû ku ji bo platforma hevpar a ku yekîtiya netewî lê were nîqaşkirin bang kiribû li Hewlêrê bi şandeyên KCD’ê û HDP’ê re rûnişt.

Şandeya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) ku 12’ê Hezîranê bi daxuyaniyeke çapemeniyê bang li hemû partiyên siyasî yên Kurdistanê kiribû ku ji bo xebatên kongra netewî dîsa dest pê bikin, platforma hevpar were avakirin, li Hewlêrê bi şandeyên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Herêmên Demokratîk (HDP) re rûnişt.

 ‘PIRSA KURD BI YEKÎTIYA NETEWÎ DIKARE ÇARESER BIBE’

Piştî rûniştinê endama Dîwanê ya KCD’ê û her wiha, 2013’an dema ku xebatên Kongra Netewî dihatin kirin di nav komîteya amadekar de cih digirt, Mulkiye Bîrtane di dema daxuyaniya çapemeniyê de axivî, got ew KCD û HDP heta dawiyê li pişt vê xebatê ne û wiha domand: ‘’Ji bo vê xebatê çi ji destê me were em ê bikin. Em amade ne ku di nav vê xebatê de cih bigirin û peywira xwe bi cih bînin. Li Kurdistanê hemû hêz û partiyên ku ji bo demokrasî û azadiyê dixebitin  divê ji bo vê xebatê kedê bidin.’’

Bîrtane diyar kir pirsa Kurd li  hemû beşên Kurdistanê tenê dikare bi yekîtiya netewî çareser bibe û got: ‘’Divê hemû partî û hêzên Kurd jî hay ji vê hebin. Ya ku dikeve ser me hemûyan jî ew e ku em di nav van xebatan de bin. Ev daxwaza sereke ya me hemûyan e. Em careke dî ji bo van xebatên pîroz malavayiyê li KNK’ê dikin.’’

 ‘YEKÎTIYA ME YA NETEWÎ NE LI DIJÎ KESÎ YE’

Piştî Bîrtane Alîkarê Hevserokê KNK’ê Tahir Kemalîzade ji ber ku destek dane xebatên yekîtiya netewî malavayî li şandeyên KCD’ê û HDP’ê kir û got yekîtiya netewî ya Kurdan ne li dijî ti gel an jî dewletên herêmê ye û got: ‘’Em tenê ji bo heqên xwe têdikoşin. Dema ku em heqê xwe bistînin ev tiştekî ji kesî kêm nake, berevajî wê tiştekî watedar li jiyana hevpar bike.’’