Şandeya HDP û KCD’ê li Hewlêrê ye: Divê Kurd bê ba hev

Şandeya ku bi pêşengtiya Hevserokê Giştî yê HDP’ê Temallî pêk dihat, di serdana xwe ya li paytexta Herêma Federal a Kurdistanê de bi Partiya Zehmetkêşanî Kurdistanê re civiya. Temellî bal kişand ser yekîtiya netewî û got: “Divê Kurd bê ba hev.”

Şandeya HDP’ê û KCD’ê ya piştî hevdîtina li Selahattîn a li gel Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî û şûnde serdana Partiya Zehmetkêşanî Kurdistanê kir.

Şandeya HDP û KCD’ê ku ji Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, Hevserokê Giştî yê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Wekîla Serokê Koma HDP’ê ya Parlamentoyê Fatma Kurtulan û Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Nazmî Gur pêk tê, piştî hevdîtina bi Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî re, serdana Hîzbî Zehmetkêşanî Kurdistan kir.

Şande li vir ji aliyê Endamê Desteya Serokatiya Hîzbî Zehmetkêşanî Kurdistanê Saed Xelîd, Emdamê Mekteba Siyasî Hîwa Seyîd Selîm û rêveberên partiyê ve hat pêşwazîkirin.

Piştî pêşwazîkirinê, di navbera herdu aliyan de hevdîtinek ku ji çapemeniyê re girtî bû, pêk hat.

Saed Xelîd got: “Şandeyeke ji berpirsên payebilind ên partiyên cûda yên Kurd serdana Herêmê kirine û wê çend roj li herêmê serdana aliyên siyasî yên cûda bikin. Serdan di demeke wisa de pêk tê ku li herêmê guhertinên mezin rû didin. Serdana şandeyê ji ber wêye ku di van guhertinên Rojhilata Navîn de Kurd bikarin bi tensîq tevbigerin, peywendiyên navbera hêzên Kurd de xurt bikin da ku bikarin pirsgirêka Kurd li parçeyên Kurdistanê çareser bikin. Hewldana sereke ew e ku di asta netewî de peywendî di navbera hêzên Kurdî de xurt bibe û hewldan bê dayîn ku guhertinên li Rojhilata Navîn bixin xizmeta berjewendiya gelê Kurd. Em careke din xêrhatina wan dikin.”

Sezaî Temellî jî ev got: “Hewldanên me yên li Başûr didomin, destpêkê em bi Birêz Barzanî re hatin ba hev, piştre em hatin vir û hevalan em bi germahî pêşwazî kirin. Ji bo danustendinan pêwendiyên me didomin. Serdanên me wê 4 rojan dom bike, em plan dikin ku di nava van 4 rojan de bi gelek partiyên siyasî û rêxistinan re bê ba hev.

Wekî hûn jî dizanin em HDP’ê demeke dirêje li Tirkiyeyê têkoşîna aştî û demokrasiyê dimeşînin. Li hemberî tecrîd, şîdet, pêkûtî û zihniyeta qeyûman a li Tirkiyeyê me têkoşîneke girîng meşand û em dimeşînin. Em di zanin ku ji bo herêmê û Tirkiyeyê rêya çareseriyê di aştî û demokrasiyê de derbas dibe. Pirsgirêka herî bingehîn a herêmê bêguman pirsgirêka Kurd e. Em baş dizanin ku heta pirsgirêka Kurd çareser nebe, pirsgirêka aştî û demokrasiyê jî çareser nabe. Em pirsgirêk tenê bi Tirkiyeyê re sînordar nîne, pirsgirêkek Rojhilata Navîn e, pirsgirêkek gerdûnî ye. Ev pirsgirêk ancak bi rêya aştî û diyalogê, bi riya muzakereyan, muzakereyên demokratîk dikare bê çareserkirin. Di vê mijarê de yên ku dengê kesên çareseriyê da afirînin nabihîzin, li ser gelê Kurd şîdet û şer ferz dikin, vê hewldana xwe didomînin. Yên ku ji neçareserkirinê xwedî dibin û li ser gelê herêmê şer ferz dikin, di rastiyê de bêçaretiyekê jî nîşan didin. Li hemberî vê yekê, eger em werin ba hev, piştevaniyê nîşan bidin û li dijî polîtîkayên şer derkevin, wê demê emê biser bikevin.”

Temellî destnîşan kir ku wan li Tirkiyeyê ji bo aştî û wekheviyê bang kiriye û têkoşînê dimeşînin û di çarçoveya vê ziyareta xwe de jî niha li herêmê bangek mezin tînin ziman û wiha dom kir: “Dijî polîtîkayên şer û şîdetê li herderê em bên ba hev, mil bidin hev, têkoşîna aştî û demokrasiyê bilind bikin, gelekî girîng e. Çareserî bi şerê dijî Kurdan re nayê, çareserî ancax bi aştiya li gel Kurdan re dikare were pêkanîn. Ev tenê bendewariya gelê Kurd nîne, di heman demê de bendewariya hemû gelên herêmê, hemû gelên ku mexdûr bûne ye. Di vê çarçoveyê de ji bo ku em berpirsyariya siyasî ya ku dikeve ser milê me bicîh bînin em hatine vir. Ji bo vê yekê pêwîste Kurd bên ba hev, di mijara yekîtiya netewî de hîn zêdetir hewldan bikin û ji bo kombûna kongreya netewî herkes berpirsyariya xwe bicîh bîne.”

Li pirsek rojnamevanan a têkildarî naveroka hevdîtina bi Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî re, Sezaî Temellî destnîşan kir ku wan di wê hevdîtinê de jî tiştên ku niha vegotine anîne ziman û hevdîtinek baş çêbûye.

Şandeya HDP û KCD’ê wê sibe jî bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re bê ba hev.