Şandeya HDP’ê aliyên Başûrê Kurdistanê vedixwîne Newroza Amedê

Îro şandeya HDP’ê li Başûrê Kurdistanê di çarçoveya vexwandina aliyên siyasî ji bo Newroza Amedê çûn serdana Hizbî Zehmetkêşanî Kurdistan û Komela Dadgerî ya Kurdistanê. Serdanên şandeyê wê bidomin.

Şandeya HDP’ê bi armanca vexwendina Newroza Amedê li Hewlêrê serdana Hizba Zehmetkêşanî Kurdistan û Komela Dadgerî Kurdistan kir.

Şandeya HDP’ê ku ji Parlamenterê HDP’ê Îmam Taşçier û Parlamenterê Şirnexê Hisên Kaçmaz pêk tê, ji bo partî û rêxistinên Başûrê Kurdistanê vexwînin şahiya Newroza Amedê li Başûrê Kurdistanê ye.

Şandeya HDP’ê li gel endamên Nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê li Hewlêrê di serî de serdana Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê kir. Piştre jî serdana Hizba Zehmetkêşanî Kurdistan û Komela Dadgeriya Kurdistanê kir.

Şandeya HDP’ê ji aliyê Sekreterê Hizba Zehmetkêşanî Kurdistanê Belên Ebdullah û endamên polîtbûroya partiyê ve ve hatin pêşwazîkirin. Şandeyê li gel Hizba Zehmetkêşan derbarê yekbûn, yekrêzî û bihêzbûna peywendiyên herdu aliyan de axivîn.

Di civînê de Hizba Zehmetkêşanî Kurdistan tekezî li ser bihêzbûna pêywendiyên navbera her du aliyan kirin û piştgiriya xwe ji bo HDP’ê nîşandan.

Piştre jî şandeya HDP’ê serdana Komela Dadgerî Kurdistan kir. Şande ji aliyê berpirsên partiyê ve hat pêşwazîkirin.

Di vê serdanê de jî Kemela Dadgerî Kurdistanê piştewaniya xwe ya ji bo HDP’ê anî ziman.

Serdanên şandeyê ya bi mebesta vexwandina partî û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê ya ji bo Newroza Amedê wê bidome.