Şandeya Fransî serdana Emîne Şenyaşar kir

Şandeya Fransî di roja 782’emîn a Nobeta Edaletê de serdana Emîne Şenyaşar kir.

Nobeta Edaletê ya ku Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ji xizmên xwe yên ji aliyê parêzvan û xizmên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatine qetilkirin, di 9’ê Adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê dayî destpêkirin, di roja 782’emîn de didome.

Emîne Şenyaşar a ku hatî ber Edliyeya Rihayê, bi pankarta “Ji bo malbata Şenyaşar edalet” dest bi çalakiya nobetê kir. Ferît Şenyaşar ji ber ku tevlî xebatên hilbijartinê bûye, tevlî çalakiyê nebû.

Şaredarê berê yê Cenevreyê Remy Paganî, ji Partiya Însoûmîse ya Fransayê Angelîqûe Schmîdt û rojnamevan Rachad Armanîos serdana Emîne Şenyaşar kirin.

Şandeyê têkildarî komkujiyê û têkoşîna edaletê ya ku tê meşandin, agahî ji Emîne Şenyaşar girt û diyar kirin ku wê li Cenevreyê bibin dengê malbata Şenyaşar û wê piştevaniyê bidin malbatê.

Emîne Şenyaşar jî spasiya şandeyê kir û got ku piştevanî hêzê dide wê.