Şandeya Şengalê serdana Tevgera Azadî kir

Şandeya Şengalê îro li Silêmanî serdana Tevgera Azadî Komelgeha Kurdistanê kir.

Rêzehevdîtinên ku şandeya Şengalê ji duh ve dabû destpêkirin, didome. Şandeya Şengalê ya ji Serokê PADÊ Omer Salih, endama Encûmena Tevgera Jinên Êzidî Neam Kiru Sidnî, endama Têkiliyên Tevgera Jinên Êzidî Seham Dexîl Reşo, endamê Encûmena Eşîrên Şengalê Mîrza Bekir Bîso û Nûnerê PADÊ Silêman Şengalî ev du roj in ku ji bo pêkanîna rêze hevdîtinan li bajarê Silêmanî ne.

Şendeya Şengalê duh serdana nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Silêmanî û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê kiribûn. Îro şandeyê serdana Tevgera Azadî Komelgeha Kurdistanê kir. Şande ji aliyê Hevseroka Tevgera Azadî Tara Hisên, Berpirsê Têkiliyên Giştî Hisên Kerkûkî û endamê Meclîsa Hevserokatiya Tevgera Azadî Nerîman Ehmed ve li navenda sereke ya Tevgera Azadî ya li bajarê Silêmanî hat pêşwazîkirin.

Piştî hevdîtinê Serokê Partiya Azadî û Demokrasî ya Êzidî Omer Salih û Hevseroka Tevgera Azadî Tara Hisên di derbarê naveroka civîn û hevdîtina pêkhatî de civînek çapemeniyê lidarxistin.

Omer Salih di serî de Cejna Xidir Ilyasî ya Êzidî’yan pîroz kir û ragihand: “Li ser gelê Şengalê plan û êrîş tên kirin, daxwaza me ji hemû aliyên siyasî ev e ku piştgiriya gelê Êzidî û xweseriya wê bikin.”

Tara Hisên jî di destpêka axaftina xwe de cejna Êzidî’yan pîroz kir û got: “Em wek Tevgera Azadî bi hemû şêwazê piştgiriya xwe ya ji bo gelê Êzidî radigihînin û daxwaz dikin ku hemû alî piştgiriya gelê Êzidî bikin û li dijî hemû planên ku li ser gelê Êzidî tê rêvebirin bisekinin."