Şandeya Şengalê li Silêmaniyê ye

Şandeya Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) dest bi pêkanîna rêzehevdîtinan ya bi partî û aliyên siyasî kir.

Şandeyek yê PADÊ ku pêkhatibû ji Serokê PADÊ Omer Salih, endama Encûmena Tevgera Jinên Êzidî Neam Kiru Sidnî, endama Têkiliyên Tevgera Jinên Êzidî Seham Dexîl Reşo, endamê Encûmena Eşîrên Şengalê Mîrza Bekir Bîso û Nûnerê PADÊ Silêman Şengalî ji bo pêkanîna rêze hevdîtinan li bajarê Silêmanî bûn.

Şandeya PADÊ sibeha îro serdana nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li Silêmanî kir û derbarê rewşa penaberên Êzidî yên li kampan nîqaş kirin.

Heman şandeyê piştî nîvro serdana Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê kir. Şande ji aliyê encûmena pêkanînê ya Yekgirtûya Îslamî li navenda sereke ya wan hat pêşwazîkirin.

Di derbarê armanca serdana şandeyê ya ji bo Silêmanî de nûnerê PADÊ got: “Armanca hatina şandeya Şengalê parastina gelê Êzidî li Şengalê ye ku niha metirsiya dagirkeriya dewleta Tirk li ser wê heye.”