Şakir: Em dixwazin bibin bersiv ji lêgerîna gelan re

Hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakir got, "Civaka Iraqê û Başûrê Kurdistanê di nava lêgerînê de ye. Em jî dixwazin bibin bersiv ji vê lêgerînê re." Şakir der barê êrîşên li ser Efrînê got, "Êrîşa li ser Efrînê êrîşa li dijî tevahiya Kurdistanê ye."

Hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakir piştî kongreya damezrandinê ya partiya xwe ji ANF'ê re axivî.

Şakir diyar kir ku bi beşdariya 711 delegeyan wan kongreyeke serketî pêk anîne û anî ziman ku karê wan wê ji niha û pê ve hem li Iraqê hem jî li Başûrê Kurdistanê bi rengekî fermî bidome.

Şakir da xuyakirin ku pêwîstiya Iraqê û Başûrê Kurdistanê bi nêrîn û karekî nû yê siyasî heye û got, "Li Başûrê Kurdistanê û Iraqê pêwîstiya siyasetê û civakê bi mejî û karekî nû heye. Pêwîstî bi feraseteke nû ya siyasetê heye. Civaka Iraqê û Başûrê Kurdistanê civakeke dînamîk e. Û ev civak di nava lêgerînê de ye. Em jî dixwazin bibin bersiv ji vê lêgerînê re. Ji bo bernameyeke nû deynin ber gelên xwe, em hatin. Dirûşma bernameya me demokrasî ye, zîhniyeta demokratîk e."

Şîlan Şakir bal kişand ser tevlîbûna xurt a jinan li kongreya Tevgera Azadî û got, "Jinan mohra xwe li kongreyê dan. Ev yek di dîroka Iraqê û Başûrê Kurdistanê de tiştekî nû ye. Yanî cara yekê ye di vê astê de jin bi xurtî tevlî partiyekê dibin û cihê xwe li rêveberiyê digirin. Cudahiya me ev e. Em baş pê zanin, eger li nava civakê jin azad nebe, civak jî azad nabe."

Şakir destnîşan kir ku jin dikarin vê sîstemê biguherînin û got, "Em dibêjin, jin dikarin bi erka pêşeniya civakê rabe. Îro li Iraqê û Başûrê Kurdistanê her roj jin tên kuştin, êşkence û destavêtin li wan tê kirin. Bi baweriya me, guhertin bi pêşengiya jinan dibe."

Di dewama axaftina xwe de Hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakir bal kişand ser rewşa mûxalefeta li Başûrê Kurdistanê û destnîşan kir ku tişta herî trajîk ew e, li Başûr mûxalefet nîne. Şakir got, "Yên ku digotin wê mûxalefetê bikin, bûn parçeyek ji hikumetê. Ji bilî Tevgera Azadî îro mûxalefet nîne. Ji bilî me alternatîfek jî nîne. Em dibêjin, pirsgirêkên giran ên gelê me hene û ji bo çareserkirina wan em projeyan diafirînin."

Şakir işaret bi pirsgirêkên bi hikumeta navendî ya Iraqê re jî kir û destnîşan kir ku ew dixwazin van pirsgirêkan bi rêya diyalogê çareser bikin.

Şakir anî ziman ku wê tevlî hilbijartinên Iraqê û Başûrê Kurdistanê bibin û di vî warî de karê wan didome.

Di dawiya axaftina xwe de Şakir bal kişand ser hewldana dewleta Tirk a ji bo dagirkirina Efrînê û ragihand, êrîşa li ser Efrînê êrîşa li dijî tevahiya Kurdistanê ye.

Şakir got, "Dewleta Tirk ji aliyê aborî, pirsgirêkên navxweyî û îtîbarê ve hilweşiya ye. Ji aliyê siyasî ve jî têk çûye. Ji bo nixumandina vê yekê êrîşî Rojava û Bakurê Sûriyeyê dike. Ji bo pirsgirêkên xwe yên navxweyî veşêre, li dijî Efrînê şer îlan kiriye. Weke Tevgera Azadî em êrîşa li ser Efrînê weke êrîşa li dijî çar parçeyên Kurdistanê dibînin. Dewleta Tirk bi PDK'ê re li hev kiriye û êrîşî herêmên Bradost û Soran dike. Li dijî van her du êrîşan pêwîstî bi helwesteke cidî heye. Jinedîtî hatina dagirkirina Efrînê wê li çar parçeyên Kurdistanê rê li ber şikestineke mezin veke. Şikestina dewleta Tirk a li Efrînê wê were wateya şikestina wê li her cihî. Lê belê parastina Efrînê jî ne tenê wezîfeya Efrînê û Rojava ye. Wezîfeya me hemûyan e."