Şakir: Bersiva serlêdana Tevgara Azadî nehate dayîn

Hevseroka Tevgera Azadî Şakir: Di sala 2014’an de di çarçoveya hiqûqê de hemû belgeyên pêwîst ji bo Wezareta Karê Hundir a Başûrê Kurdistanê hatiye dayîn. Lê heta niha bersivek ne erênî û ne jî nerênî nehatiye dayîn.

Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qûbat Talabanî di daxuyaniya xwe ya 25’ê Mijdarê kirî de, ragihandibû ku partî, rêxistin û tevgerên siyasî yên ku ji Wezareta Karê Hundir bi awayekî fermî destûr negirtî wê navend û ofîsên wan di çarçoveya biryara 29’ê Cotmeha 2018’an derket, bên girtin.

Li ser vê biryarê îro Tevgera Azadî li baregeha xwe ya bajarê Silêmaniyê daxuyaniyek çapemeniyê da. Hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakir a di daxuyaniyê de axivî û ev tişt got : “Piştî vê biryarê, îro beşê asayîşa Rizgarî ya bajarê Silêmaniyê serdana baregeha me kir. Asayîşê daxwaza belgeyên destûrê ji me kir, me ji bo wan got ku destûra herêmê me nîne. Lê me destûra Iraqê heye.

Piştî ku me di sala 2014’an de kongreya xwe lidar xist, me bi rêya parêzerên xwe serdana aliyên peywendîdar yên li Silêmaniyê û Wezareta Karê Hundir a Herêma Kurdistanê kir. Li gorî yasayan me hemû belgeyên pêwîst pêşkêşî wan kir. Lê heta niha ti bersivek bi nivîskî ne ji bo pejirandin ne jî ji bo nepejirandinê nehatiye dayîn.

Piştî yasaya partiyên siyasî di Parlamentoya Iraqê de hat derxistin, me serdana aliyên peywendîdar kir. Piştî kar û barên yasayî, û lidarxistina kongreya fermî, roja 19’ê Çileya 2018’an bi amadebûna nûnerên komîsyona hilbijartinê, bi hejmara 139 tevgera me bi fermî weke aliyek siyasî hat pejirandin. Li gorî yasayên ku ji bo me heyî, em dikarin li hemû Iraq û Herêma Kurdistanê kar bikin. Ji kongreyê heta niha, di nava van çar salane de, ne wek tevger ne jî endamek yê tevgerê, ti çalakiyek berevajiyê yasayan nekirine û nakin. Me hemû kar û çalakiyên xwe di çarçoveya yasayan de kiriye û xebata demokratîk û netewî meşandiye.

Em bang li aliyên peywendîdar yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin, daku sedemê nefermî kirina Tevgera Azadî ji bo me û raya giştî ragihînin. Em xwe li gorî yasayên partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bi fermî dizanin.”

Piştre jî parêzerê Tevgera Azadî Şemal Ezîz jî axivî û got ku ev 3 sal û 10 mehe wan daxwaza destûrê kiriye û wiha pêde çû: “Hemû mercên yasayî temam in, li gorî yasayê pêwîst bû di nava 2 mehan de bersiva daxwazên me hatiba dayîn. Lê heta niha ti bersivek nehatiye dayîn. Li gorî yasayan ger di nava 2 mehan de, ti bersivek ya erê yan jî na nehat dayîn, ev yek tê wê wateyê ku daxwazên wan hatiye pejirandin. Li gorî yasyayên partiyên siyasî Tevgera Azadî niha xwedî destûre. Lê ti bersivek bi nivîskî nehatiye şandin.”