Şaho bi çîroka Bêrîtan destpê kir

Şaho Germiyanî piştî ku ji bavê xwe çîroka Bêrîtan bihîst, hewl da PKK'ê fêhm bike û biryar da ku bibe yek ji lehengên PKK'ê.

Îbrahîm Omer yek ji ciwanên Başûrê Kurdistanê ye ku dema çîroka berxwedanê ya şehîd Bêrîtan dibihîze dibe evîndarê vê sekna leheng. Dema ku bêhtir çîrokên lehengên welat dibihîze, biryarê dide ku li ser vê rêyê bimeşe û bibe yek ji lehengên welatê xwe. Di sala 2015’an de Îbrahîm berê xwe dide vê rêyê.

Îbrahîm Omer di vê rêya pîroz de navê xwe kir Şaho Germiyanî. Şaho li hemberî zilm û zordariya li ser gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê ji PKK’ê pîroztir rê nedît. PKK ev rêya pîroz a ji bo Kurdistanê, ji bo gelê Kurd, ji bo mirovahî û azadiya mirovahiyê bû ku hevrê Şaho dît û bû hevrêyê vê rêyê. Di vê rêyê de hemû astengî û zehmetiyên li ser rêya xwe ji holê rakir û bi avêtina gavên xurt dilê dijminan dihejand. PKK bû hêviya hemû ciwanên azadîxwaz ên Kurdistanê û bi vê hêviyê ciwanên welat amade bûn ji bo vê rêya pîroz canê xwe feda bikin.

Niştîman peyva pîroz e ku dema mirov xwezaya bedew a vî welatî dibîne, hezkirin û girêdanê di dilê mirov de çêdike; Nabe ku bibîne ku zalim û dagirker her dem zirarê didin xwezaya vî welatî û hewl didin dagir bikin. Hevrê Şaho bi evîna xwe ya ji bo ax û welatê xwe, tirsek wî ya li hemberî dijmin namîne û bi gava yekem a ser çiyayên azad re pîroziya vê jiyanê hîs kir. Dizanibû ku ev rêya parastina rûmet, ax û gelê wî ye. Ev jiyana pîroz bi keda Rêber Apo û xwîna lehengên di vê rêyê de canê xwe feda kirine, hatiye avakirin. Îdeolojiya Rêber Apo û keda şehîdan bû ku zêdetir Şaho bi vê rêya pîroz ve dida girêdan û bi fedekarî beşdarî têkoşîna azadiyê dibû. Ji bo Şaho ev jiyan dihat wateya rûmet, parastina gelê Kurd, parastina Rêbertî û xwîna şehîdan. Ji bo vê jî bi hemû hêz û kêrhatiya xwe tevlî vê jiyanê bû û têkoşîna xwe ya ji bo parastina welat di asteke bilind de pêş xist.

KENÊ WÎ DIBÛ RENGEKÎ GEŞ Ê VÊ JIYANÊ

Gotin û kenê Şaho di jiyanê de her tim rengek bû û tevlê rengdana rengîniyên vê jiyanê dibû û li bedewiya wê jiyanê zêde dikir. Kenê Şaho dilê hevalan û heta xwezaya Kurdistanê jî bi kenê tije dikir. Xwezaya rengîn a Kurdistanê bi kenê Şaho bedewtir û xemilandîtir dibû. Moralê bilind yê Şaho nîşana xweşî û xemla vê rêya pîroz bû, bi hêza ku ji hevrêyên xwe yên şehîd û têkoşerên tevgera azadiyê wergirtî, kena li ser lêvên wî zêdetir dibû û vediguherî kenek ji dil. Kenê wî dibû rengekî geş a vê jiyanê.

SOZA DI BER AZADIYA RÊBERÊ GELÊ KURD ABDULLAH OCALAN Û XWÎNA ŞEHÎDAN

Ramanên Rêber Apo û têkoşîna hevrêyên wî yên şehîd bandoreke mezin li ser kesayeta Şaho dikir, ji bo vê jî girêdana Şaho ya bi Serokatî û xwîna şehîdan re wisa bû ku bi sedan caran soz dabû xwe ku ji bo azadiya Rêber Apo û xwîna şehîdan canê xwe feda bike. Şaho ku girêdayî xeta Serokatî û şehîdan bû, bi hemû hêz û derfetên xwe berê xwe da vê jiyanê û li dijî dagirkerên Kurdistanê têkoşînek bê eman birêve bir.

ASTA FEDAÎTIYÊ Û HESTÊN HEVRÊTIYÊ

Şaho di têkoşîna xwe ya azadiyê ya du sal û nîv de beşdarî gelek çalakiyan bû û derbên giran li dijminên dagirker xist. Şaho di gelek çalakiyên serketî de erk û berpirsyariya xwe bi cih anî û tola şehîdên Kurdistanê ji dagirkeran hilanî. Di 2’ê Cotmeha 2017’an de Şaho li navçeya Şemzînan a Xakurkê beşdarî çalakiyekê bû û piştî derbek giran li dijminên dagirker xist tevî 4 hevrêyên xwe tevlî nava karwanê şehîdan bûn. Kenê li ser lêvên Şaho û asta fedaîtiyê wî wê her tim di hişê hevrêyên wî de zindî bimîne.

Nav û paşnav: Îbrahîm Omer
Nasnav: Şaho Germiyanî
Cih û dîroka jidayikbûnê: 1993 Kelar
Cih û dîroka beşdarbûnê: 2015 Qendîl
Cih û dîroka şehadetê: 2017 Şemzînan