Şahidên rizgarkirina Şengalê: Bi saya gerîla em hene

Welatiyên Êzidî yên di operasyona rizgarkirina Şengalê de cihê xwe girtibûn, bal kişandin ser berxwedana gerîla ya ji bo rizgarkirina civaka Êzidî ji qirkirinê û dîsa rizgarkirina Şengalê û gotin ku ew bi saya gerîla hene.

Çeteyên DAÎŞ’ê piştî ku 10’ê Hezîrana 2014’an Mûsil dagir kir, bi hêz û cebilxaneyeke zêde ve berê xwe da Şengalê. 3’yê Tebaxa 2014’an êrîşî Şengalê kir, bi hezaran kes qetil kirin û bi hezaran jin û zarok revandin. Bi sed hezaran Êzidî ji ber wê karesatê berê xwe dan çiya û Başûrê Kurdistanê.

Piştî ku gerîlayên azadiyê bi hewara civaka Êzidî ve hat, di wê pêvajoyê de hêzên YBŞ hate avakirin û ji bo rizgarkirina navenda Şengalê dest bi operasyonê hate kirin. 13’ê Mijdara 2015’an bi hevkariya HPG’/YJA Star, şervanên YPG/YPJ û YBŞ’ê navenda Şengalê ji çeteyên DAÎŞ’ê hate rizgarkirin.

Hevserokê Meclîsa Serdeştê Mirad Şengalî û welatî Nayîf Faris Silo ku şahidên wan rojan bûn û cihê xwe di rizgarkirina Şengalê de girtin, ji ANF’ê re qala wan rojan kirin.

Hevserokê Meclîsa Serdeştê Mirad Şengalî:

ME BAWERIYEK MEZIN DA WAN, XIYANET LI ME KIRIN, ÇEK HILDAN EM HIŞTIN ÇÛN

Ji destpêka fermanê heta niha em ji Şengalê derneketine. Nêzî 10-15 mal ji Şengalê derneketin.

Heta gerîla gihişt me, me pir zorî û zehmetî kişand. Berî gerîla bigihêje cih cih gel radihişt çekê û li hember DAÎŞ’ê şer dikir. Me pişta xwe dabû hêzên din, xiyanet li me hate kirin, ew jî ji bê perwerdehiya me bû. Me baweriyeke mezin dabû Pêşmergeyan. Me digot hemû bên kuştin jî ferman bi serê me nayê. Mixabin wisa derneket, çekê xwe hildan û çûn. Xayîntî li me kirin, em hiştin nava destê dijmin. Ji birsa, têhna, bê xwarin û vexwarin gelek zarok û kes mirin.

GEL Û GERÎLA BI HEV RE ŞER DIKIRIN

Dema heval hatin wan her tişt ji bo gel dabîn kir. Li Dibistana Kolka çend salan hevalan ezraq dianîn û me li ser gel belav dikir. Hemû bi xwîna şehîdan dihatin ew tişt. Li ser operasyona li Şengalê agahî hate me gotin li navenda Şengalê gelek dîl û êxsîr hene. Me jî çeka xwe girt û em çû çepên Şengalê doşkayek li Mala Qasim Dirbo de bû me berê xwe da Şengalê. Şehîd Mam Seîd Hesen gotin ketiye liqa Şengalê û ala YBŞ’ê hildane. Şer destpê kirbû, balafiran lê dida û şer dijwar bû. 7 roj û 7 şevan di nava şer de mam. Gel tevî her tiştî jî li kûderê şer ba, alîkarî didan hevalan û êrîş dikirin. Heta wê demê hê ti hêzên leşkerî çênebûbûn. Piştre hêzên leşkerî pêk hatin, dîsa pêşmerge hatin herêm.

Bi alîkariya hevalan ew şer hate kirin. Berê ne îrade ne jî moralê me hebûn, pişta me heval bûn. Çi hebe bi hevalan bû. Em û heval bi hev re bûn. Pişta me ji hevalan rast bû. Dîsa gelek kes hatin alîkarî hinek ji ber Êzdiyatiya xwe hatin, hinek jî hevalan rê danê hatin, çek û cebilxane dan. Dîsa nexweş, birîndar derman dikirin. Hevalan moralek mezin da me. Ne heval bana min nedikarî 7 roj û 7 şevan birçî bê av şer bikim. Ji perwerda rêxistinî bigire heta çekê çawa xwe biparêzî derbê li dijmin bidî.

OPRASYONA RIZGARIYA ŞENGALÊ: WEKE BIÇIN GOVENDÊ BÛ

Şerê ji bo rizgarkirina Şengalê weke biçin govendê xweş û bi kêf bûn. Me digot em xwe bigihînin Şengalê tola xwe hildin. Yek ji tişta herî zor hevalên em bi hev re bûn şehîd ketin bû. Me dixwest bi wê morala çûyîn wisa vegerin jî. Bê berdêl azadî nabe. Bê xwîn Şengalê nayê rizgarkirin. Piştî hêza me ya leşkerî çêbû me pişta xwe daye wan. Îro zarokê me di her cihekê de kar ji bo vî miletî dike. Ev hêza me, me diparêze ji dijmin. Rojane êrîşên dijmin li ser me hene. Ev hêz ji şerê Şengalê derket.

Niha her kes dikare bê ser cih û warê xwe. Niha li Iraqê cihek din ji Şengalê aramtir nîne.

EM GERÎLA JI BÎR NAKIN

Em ti carî gerîla ji bîr nakin. Min û Egîd Civiyan bi hev re li Şengalê şer kir, ew li çiyayên azadî şehîd ket. Gerîla îro li çiya biqede wê roja din ferman bi serê me bînin. Gerîla bişkê ne tenê me wê Kurdistan hemû têk biçe. Gerîla xwe li ber her gelê bindest û zilm lê tê kirin, şer dike û şehîd dixe.

Welatiyê bi navê Nayîf Faris Silo:

Fermana Şengalê diyar bû pîlan kiribû. Beriya fermanê dihatin em ê we biparêzin. Parastina we bikin, tiştek nîne netirsin. Ewqas hêz û çekên artêşê hebû saetekê Mûsil li ber xwe neda. Ev tê wateyê tifaq hebû.

PIŞTPERDEYA FERMANÊ HEBÛ

Li Şengalê yê serwer artêşa Iraqê bû, pêşmerge jî hebû. Piştî Tilehferê pêşmerge gotin em ê we biparêzin. Tiştek ne bi tifaq ba di şevekê de Şengal ne dihate girtin. Haya xelkê Şengalê ji vê heba, wê wiha neba. Di şevekê de Şengal ket. Piştperdeya vê hebû. Mirov mala xwe be, dijmin bê ser bigre wê li ber xwe bide, kesê yek fîşek neteqand. Xelkê Êzidî bi çol û çiya ketin.

XIYANET

3’ê Tebaxê ez li Sinûnê bû, ji bo hinek benzîn bigirim. Yek du wesayît li pêşiya min bû, gotin xelkê qubletê reviyan. Wesayîtek hat jinek û mêrek hebû, got hinek benzîn bide me em xwe bigihînin cihekê, neda. Ew benzîn hemû ma ji DAÎŞ’ê re. Bi vî rengî Şengal ket. Xelkê şengalê ne ewqasî bê vîn bû li ber xwe nede. Xiyanetê ew xist.

XELKÊ XWE LI DORÎ GERÎLA GIRT

Me nedizanî kes bi hewarê hatiye an na, em çûn derê Kersê, em hinek li wir man. Hinek heval hatin gel me. Hevalên wî demî hatî şehîd Egîd bû Dilşêr, Hedar, Zagros, Serxwebûn û çend heval bûn. Piştî ku ew hatin xelk lê nêrîn û sekina wan nêrî, gel xwe li wan girt û li hev kom bûn. Xelkê me zane kî bi hewara wan hat û kê jî ew berdan û çûn.

FIKIRÊ SEROK APO Û GERÎLA BI HEWARA GEL HAT

Fikirê Serok Apo û gerîla bi hewara vî gelî hatin. Bi saya wan 12 hevalan, xelkê Êzidî li dorî wan hevalan kom bûn. Rêya Dugurê vekirin û ezraq ji aliyê Rojava anîn. Çi pêwîst bû ji Rojava hatin anîn û ji bo vî gelî hatin peydakirin.

YBŞ BERHEMA FIKRÊ RÊBER APO YE

Piştre YBŞ hate avakirin, ew jî ser fikrê Rêber Apo hate avakirin. Tiştekî zelal û li ber çav e. Careke din ev milet hişyar kir. Her tiştê li Şengalê hate avakirin, heqîqeta wê ev yek e.

JI BO RIZGARKIRINA ŞENGALÊ XELKÊ MAYÎ HER KESÊ ALÎKARÎ KIR

Di dema pêngava rizgarkirina Şengalê de dayikan hêzeke mezin dida me û ji bo me xwarin amade dikir. Her mirovî ji aliyê xwe ve bû alîkar û destê xwe da hev. Weke biçin şahiyekê bû. Bi vî rengî Şengal giha îro. Bi serê vê hêzê Şengal yek ji cihê herî aram e ku mirov lê bijî Şengal e. Li her cihî hêza me asayîş hene, xortên Êzidî YBŞ, Asayîş heye. Bi baweriya xwe parastina vê civakê dike.

EM AMADE NE LI GEL GERÎLA CIH BIGIRIN

Gerîla bi fikrê Rêber Apo ne tenê li vir li Rojava heta Başûr kedeke mezin dan, didin. Li her cihî şehîd dane. Ji bo her çar parçeyê Kurdistanê şer dikin. Dinê hemû vê dibîne û dizane. Bikaranîna çekên qedexe li ser gerîla em şermezar dikin. Cîhanê çavê xwe li vê girtiye. Em deyndarê wan gerîla û şehîdan in. Tişta ji me bê xwestin û bikeve ser milê me em ê texsîr nekin. Em amadene li gel gerîla cih bigirin. Divê civaka Êzidî li dorî xwe bibe yek û hêza xwe bigire.

VEGERIN SER AXA XWE

Divê gelê me vegere. Evqas ked û xwîn rijandin, hevalên pir hêja xwîna xwe li ber vê ol û axê de rijandin. Divê xwedî lê derkevin. Sed salan jî bimînin divê vegerin ser vê axê. Xwedî li vê kedê derkevin. Çiqase zû be vegerin baştir e. Tişata xelkê Başûr kete ser mila ji bo me kirin, divê mirov li mala xwe vegerin. Xwedî li şehîdên xwe derkevin.