Îsal jî çûna zozanan qedexe ye

Li Kurdistanê her çendî dema çûna zozanan e jî, li gel bajaran qedexe ye. Ên ku sewalan xwedî dikin li dijî qedexeyê helwest nîşan dan.

Li Bakurê Kurdistanê xebatên aborî bi giştî bi xwedîkirina sewalan, çandiniyê û bazirganiya ser sînor e. Sînorên Bakurê Kurdistanê li ser Ermenîstan, Rojhilat (Îran) û Başûrê Kurdistanê hene. Îdir, Agirî, Wan û Colemêrg li gel ku li ser sînorên van welatan e jî dewleta Tirk bazirganiya ser sînor qedexe kiriye. Ji ber bazirganiya ser sînor qedexe ye her sal bi dehan kes têne kuştin.

Li Tirkiyê ji ber krîza aborî cotkar nema dikarin erdên xwe biçênin. Xwedîkirina sewalan ku yek ji kana sereke ya aborê ye, ji ber sedema şer hatiye ber rewşa sekinandinê. Li deverên ku şer lê tine jî zozan û çêrî dikine herêmên qedexe û nayê hştin ku gundî sewalên xwe xwedî bikin. Gundiyên ku guh nadin qedexeyan û diçine zozanan cezayê pereyan li wan tê birîn.

Di serê wan bajaran de ku têne qedexekirin Colemêrg, Wan, Idîr, Agirî û Bedlîs hene. Havînan gundiyên ku nahêlin biçine zozanan têne astengkirin. Walîtiya Colemêrgê navenda Colemêrgê, Çelê, Şemzînan, Gever û 5 herêmên di nav sînorên navçeyan de kire 'herêmên bi ewlehiya taybet'' û ketin û derketina van herêman qedexe kir.

Her wiha sînorên navend û navçeyên wê jî hatine qedexekirin. Li Wanê jî çûna zozanan hatiye qedexekirin.

BI ZANEBÛN ZOZAN TÊNE QEDEXEKIRIN

Li Erdexanê jî Walîtî qedexe danî û gundiyên Îdirê ku havînan sewalên xwe dibirin zozanên Erdexanê nema dikarin biçin zozanan. Li Îdirê zozan û çêre ji ber sedema cografîk a bajêr kêm e. Bi sedsan sal in ku gundiyên Îdirê havînan heywanên xwe dibine zozanên Erdexanê. Piştî ku 4-5 mehan dimînin vedigerin Îdirê. Walîtiya Erdexanê bi biryareke ku standî, qedexe kir ku gundî sewalên xwe bin Erdeanê. Bi vê biryarê derbeke giran li xwedîkirina sewalan ket. Welatiyên ku debara xwe bi xwedîkirina sewalan dikin li dijî biryara walî helwest nîşan dan. Welatiyan gotin dewleta bi zanebûn qedexeyan tîne, armanc jî ew e ku gelê herêmê hejar bike û bide koçberkirin.