Îrmez: Em ê bajarê xwe ji qeyûman paqij bikin

Hevserokê HDP'ê yê Şirnexê Zekî Îrmez got, "Sekna gel a li dijî qeyûman eşkere ye, bi hilbijartinê re em ê qeyûman hemûyan ji bajarê xwe biavêjin."

Li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê xebatên ji bo hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê didomin. Yek ji bajarên ku dengên sexte lê hatine qeydkirin, Şirnex e. HDP li dijî 3 hezar û 580 dengên li navenda Şirnexê îtiraz kir. Hevserokê HDP'ê yê Şirnexê Zekî Îrmez li ser mijarê axivî û bi bîr xist ku îtiraza wan hatiye redkirin.

Îrmez got, "Desteya Hilbijartinê ya Bilind, hîleyên li ser hilbijêran li navçeyên bajarê me tên kirin, ji nedîtî ve tê."

Îrmez diyar kir, hikumet zane ku ev hilbijartin wê neşibe hilbijartinên beriya niha û got, "Ji ber vê yekê bi her şêweyî hîleyan dikin. Ew vê hilbijartinê weke hilbijartina man û nemanê dibînin."

Îrmez destnîşan kir ku li gel hîleyên tên kirin jî gel wê xwedî li îrade û bajarê xwe derkeve û got, "Sekna vî gelî ya li dijî qeyûman eşkere ye. Em van hîleyên niha di pêvajoya hilbijartinê de tên kirin weke operasyona duyemîn a qeyûm dibînin. Bi vê hilbijartinê re em ê wan hemûyan ji bajarê xwe biavêjin."

Îrmez herî dawî got, "Ji bilî gelê xwe bendewariya wan ji kesî nîne."