Îranê bombe li hêzên ji Rojhilatê Kurdistanê barand

Dewleta Îranê bi fuzeyan êrîş bir ser hêzên ji Rojhilatê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê. Li gorî rayedaran kesekî jiyana xwe ji dest da, herî kêm 8 kes jî birîndar bûn.

Artêşa Îranê bombe li qadên Partî Demokratî Kurdistan-Îran (KDP-Î) û Komele yên li Başûrê Kurdistanê barand.

Rayedarên xwecihî diyar kirin ku pênc fuze li avahiya KDP-Î ya li navçeya Koyê ya Hewlêrê ketine. Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di vê êrîşê de kesekî jiyana xwe ji dest da, 8 kes jî birîndar bûn. Êrîş bi dema herêmî saet di 08:30'î de pêk hat.

Êrîşa din jî li gundê Zirguwêzê yê Silêmaniyeyê li hemberî baregehên Komeleya Zehmetkêşan hate kirin. Li ser vê êrîşê agahiyên cuda nehatin bi dest xistin.

BOMBE LI BRADOSTÊ TÊNE BARANDIN

Bi dema herêmî saet di 09:30'î de zozanên Seqer û Berbizinan ên herêma Bradostê jî ji aliyê dewleta Îranê ve hatin bombekirin.