Rejîmên Tirk û Îranê mehekê herî kêm 7 kolber kuştin

Rejîmên Tirk û Îranê meha dawî li ser sînor herî kêm 7 kolber kuştin û 11 jî birîndar kirin.

Li gorî Tevna Mafên Mirovan a Kurdistanê, di navbera 23'ê Tebaxê û 23'ê Îlonê de ji ber êrişên leşkerên rejîmên Tirk û Îranê herî kêm 7 kolberan jiyana xwe ji dest dan.

Navê kolberên hatin kuştin wiha ye: Zanko Ehmedî, Zanist Hesen Nijad, Soran Mekarî, Celal Xizrî, Şehran Mihemedî, Selahedîn Osmanzade û Hesen Hendpur.

Rêxistinê ragihand ku kolber bi zanebûn hatine kuştin û heman hêzan 11 kolber jî birîndar kirine.

Hate ragihandin ku dewleta Tirk cenazeyê kolberê bi navê Şeram Mihemedî jî hîn radestî malbata wî nekiriye. Tê gotin, rayedarên Tirk di berdêla radestkirina cenaze de pereyan dixwazin.

Tevna Mafên Mirovan a Kurdistanê diyar kir ku heman demê 4 kolber jî ji ber qezayê jiyana xwe ji dest dane.

Kolber li gel êrişên rêk û pêk ên rejîmên Îranê û Tirk, her wiha di nava şert û mercên giran ên xwezayî de hewl didin debara xwe bikin. Her sal bi dehan kolber ji aliyê her du hêzan ve tên kuştin. Gelek kolber jî dibin qurbanê şert û mercên nebaş ên hewayê.