Îran topan davêje Başûrê Kurdistanê

Rejîma Îranê herêmên Hecî Omeran û Baleyekatî yên ser sînorê Başûrê Kurdistanê bombe dike.

Rejîma Îranê herêmên Hecî Omeran û Baleyakatî yên li ser sînorên Rojhilat ê Başûrê Kurdistanê bi top û hawanan bombe dike.

Topavêtin berê sibehê dest pê kir. Hate diyarkirin ku çiyayê Helgurd û derdora wê kirine hedefa xwe. Di encama topan de diyar bû ku ti kesek nemiriye lê ziyan gihaye bax û baxçeyên gundiyan.

Diyar bû ku devera ku bombe dikin cara pêşî ye ji xwe re kirine hedef. Balkêş e ku ji referandûmê re çen saet mane herêm tê bombekirin.