ÎMO'yê têkildarî Wanê hişyariya erdhejê da

Serokê Şaxê Wanê yê Odeya Endezyarên Înşaetê (ÎMO) Firat Dûrmaz bi bîr xist ku li Wanê di nava 10 salên dawî de sê erdhejên mezin rû dan û diyar kir ku li hemberî erdhejeke gengaz ti tedbîr nehatine wergirtin.

Li Wanê ku di sê erdhejên mezin ên salên dawî de 700 kesî jiyana xwe ji dest dan, li hemberî erdhejeke gengaz ti tedbîr nehatine wergirtin.

Serokê Şaxê Wanê yê Odeya Endezyarên Înşaetê (ÎMO) ya TMMOB'ê Firat Dûrmaz li ser mijarê ji ANF'ê re axivî û diyar kir, ku li gel tecrîbeya erdhejê ya li Wanê jî eger îro erdhejek biqewime wê bibe sedema hilweşîneke mezin.

Dûrmaz anî ziman ku ji erdheja 2011'an ti ders nehatiye derxistin û ragihand ku li Wanê tespîta avahiyên ku dema wan a xizmetê qediya ye hîn nehatiye kirin.

Dûrmaz got, "Têkildarî berî û piştî erdhejê planek li ser tedbîrên pêwîst nîne. Divê planeke çalakiyan bi hevkariya rêxistinên civakî yên sivîl û saziyên dewletê bê amadekirin. Di vê mijarê de em ne xwedî danheviyeke têrker in. Avahiyên ku dema wan a xizmetê temam bûye, di erdhejeke gengaz de wê bibin sedema felaketên mezin."

Dûrmaz diyar kir ku şaş e erdhej tenê ji aliyê aborî ve bê nirxandin û got, "Bi rêya TOKÎ mirov neçarî koçberiyê tên hiştin. Hûn radibin mirovên ku hînî jiyana li nava taxan bûne li avahiyeke komî ya li dûrî bajêr bi cih dikin. Ev yek di heman demê de dibe sedema pirsgirêkên psîkolojîk. Hikumeta navendî di vir de bazirganiyê dike û li gorî me TOKÎ li dijî erdhejê tedbîrek nîne, çareserî jî nîne."