HEVPEYVÎN

Îlyas: PKK’ê Şengal parast

Riya hêvî, bawerî û rizgariya civakê. Korîdora mirovî ku bi hezaran Êzidî di fermanê de rizgar kir. Xwedêda Îlyas yek ji wan kesan e ku di wê korîdorê re rizgar bûye û da zanîn ku ew korîdor bû riya xilasiya civakekê.

Di 3’yê tebaxa sala 2014’an de çeteyên DAÎŞ’ê ferman anî ser civaka Êzidî. Di fermanê de bi hezaran kes hatin qetilkirin û di qefesan de hatin şewitandin, di wê demê de PDK ji civakê re gotibu em ê we biparêzin. Lê belê ew ne parastin û devji Şengalê berdan. Di heman demê de şopdarên Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan hatin bi hewara civaka Êzidî ve û korîdora mirovahiyê di navbera gundê Dugurê û Dohla de vekirin. Hêzên ku bi hewara civaka Êzidî ve hatibûn nêzê 70 şehîd dan ta ku ew korîdor vekirin. Piştî ku ev korîdor hat vekirin bi hezaran Êzidî di vê riyê re derbasî Rojavayê Kurdistanê û başûrê Kurdistanê bûn.

Korîdora mirovî riya hêviyê, êşê û xilasiyê bihevre. Korîdora mirovahiyê ji bo xilasiya civaka Êzidî di heman demê de riya koçberiyê bû. Civakê ji bo ku xwe xilas bike berê xwe da wê riyê, lê tirsa vê civaka qedîm ji xerîbiyê jî hebû. Cara ewilî bû ku riya koçberiyê hildibijartin, lê ew dem ne riya koçberiyê bû, riya xilasiyê bû.

‘NE IRAQ Û NE JÎ PDK’Ê ŞENGAL PARAST’

Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Xwedêda Îlyas yek ji wan kesane ku di wê riyê re derbas bûye û ji bo wî jî ew rê bûye riya xilasiyê. Xwedêda Îlyas ji ajansa me re axivî û anî ziman ku ew ê tu carî ev ferman neyê jibîrkirin û wiha got: “Fermana sala 2014’an ji civaka Êzidî re bu dîrokeke reş ku tu carî nayê jibîr kirin. Hinek hêz li vir hebûn û digotin emê civaka Êzidî biparêzin û em milet di parêzin. Lê mixabin di roja fermanê de ne artêşa Iraq û ne jî PDK’ê Şengal parastin û rê li çeteyê DAÎŞ ne girtin. Ger mirov bi rastî vê bibîne ev xiyanet bû li civaka Êzidî hat kirin hinek Kurdan xiyanet li me kir. Mala Barzanî xiyaneteke gelek mezin li miletê Êzidî kirin di roja fermanê de bûn sebeb ku civaka me di vê fermanê de derbas bûn û bi hezaran kes hatin revandin û milet koçberî gelek cihan bûn. Her wih pirsgirikê di rê de çêkirin daku ev civak tune bibe, ev xiyanet tu carî nayê jibîrkirin. Mala Barzanî di sala 2007’an de tevlî bernameyê ji bo avakirina Şengalê bûye, lê belê di 3’yê Tebaxa 2014’an de bi wan tang û topên xwe ji Şengalê derketin û berê xwe dan başûrê Kurdistan.

‘KORÎDORA MIROVÎ BI XWÎNA ŞEHÎDAN VEBÛ’

Xwdêda dibêje ger korîdora mirovahî tunebûya wê bi hezaran mirov hatiban qetilkirin û wiha got: “Ji bo ku civaka Êzidî nekeve û Şengal tune nebe, şervanên azadiyê yên ku niha li serê çiya şerê dijminê Kurdistanê dike, di roja fermanê de hatin bi hewara civaka Êzidî ve û ew ji çeteyên DAÎŞ rizgar kirin. Di nava gundê Dugurê û Dohla de korîdora mirovahiyê bi ked û xwîna şehîdan hat vekirin. Bi hezaran Êzidî ji aliyê şervanên şopdarê felsefeya Serokatî ve di wê riyê de hatin rizgarkirin. Ger ev korîdora mirovahî nehatiba vekirin, wê gelek mirov ketiban destê çeteyên DAIŞ’ê de.”

‘PKK’Ê ŞENGAL PARAST’

Xwedê Îliyas behsa wan mirovan dike yên korîdor vekirine û wiha dinirxîne: “Piştî ku rê hatiye vekirin em derbasî rojava bûn û em çûn başûrê Kurdistanê. Me li ser TV’ê temaşe dikir, civaka me digot ku kes bi hewara me ve nayê em gelek êşiyan. Lê dema me dît ku Gerîlayên serê çiya bi hewara civakê ve diçin, me zanî dema PKK bikeve nava Şengalê wê Şengalê biparêzin û wê Şengal nekeve. Me jî biryar da ku divê em vegerin Şengal hîna rizgar nebûye. Me got em vegerin û li hember dijmin mil bi milê hevalan re şer bikin. 14’ê Tebaxê em di korîdorê re derbasî Şengal bûn. Hevalên YPG’ê ji me re gotin doşka di ser riya sinûnê ye. Wê demê hin DAIŞ’î li wir hebûn. rastî me zehmetî dît ta ku me ew rê derbas kir, erebeyeke hevalên me hat hedefgirtin. Piştî ku me rê derbas kir em çend ciwan bûn, me şehîd Dilşêr û hevalên din dîtin em pir kêfxweş bûn. Her kesê ku hevalan bibîne ji wan moral û quwet digire. Em jî derbasî nav kar û xebat bûn û ta roja îro em kar dikin.”

‘EWÊN XIYANET LI ME KIRIN EM WAN EFÛ NAKIN’

Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Xwedêda Îlyas di dawiya axaftina xwe de spasiya gerîlayên HPG, YJA Starê, şervanên YPJ û YPG’ê kir û wiha got: “Ev bû 74 ferman herdem xiyanet li civaka Êzidî tê kirin. Ji aliyê kesên wek mala Barzanî û hwd ve xiyanet li civaka Êzidî tê kirin. Beriya van fermanan me fikrê Serokatî nas nedikir û me ev hêz nas nedikir û di nava me de tune bû. Hatin bi hewara civaka Êzidî ve û em ji fermanê rizgar kirin. Lê belê niha di vê demê de em fikrê Serok Apo nas dikin, em xwe deyndarê fikr û felsefeya wî û şehîdan dibînin. Em spasdarê wan mirovane yên ku ji bo vê civakê şer kirin û canê xwe dan û ev korîdor bi xwîna xwe vekirine. Me sozek daye  emê li ser soza xwe bin em tu carî wan qebûl nakin ewên xiyanet li me kirin. Dixwazin bi fikrekî paşketî mrovahiyê bizivrînin 2014’an. Lê belê îro mirovahî vî tiştî qebûl nake îro civak pêş ketiye. Ger civaka Êzidî ta roja îro li ser piya mabe ew jî bi saya Xwedê û fikr û felsefe Serok APO, keda xwîna şehîdan, şervanên azadiyê, gerîla, HPG, YPJ, YJŞ û YBŞ’ê ye. Ger ev hêz tuneban dibe ku civaka me di fermaneke din re derbas bûba. Em daxwaz ji miletê xwe dikin ku li hêzên xwe, axa xwe, civaka xwe xwedî derkevin. Li ser vî fikrê azad civaka me xwe perwerde kir û kar dan meşandin, emê wisa jî dewam bikin.”