ÎHD'ê ji bo leşker û polîsên dîlgirtî bang li hikumetê kir

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji bo berdana polîs û leşkerên di destê PKK'ê de ne bang li hikumetê kir.

Daxuyanî li avahiya ÎHD'ê ya Amedê hate dayin. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku ji 24'ê Tîrmeha 2015'an û vir ve gelek leşker, polîs û personelên îstîxbaratê di şer de dîl ketine destê PKK'ê.

ANF'ê roja 7'ê Hezîranê mesajên bi deng û dîmen ên 9 polîs û leşkerên dîlgirtî weşandibû. Hemû leşker û polîsên dîlgirtî nerazîbûn nîşan dabûn ku rayedarên dewletê û hikumetê ji bo wan tiştek nekirine û bang li partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl kiribûn ku ji bo wan bikevin nava liv û tevgerê.

ÎHD'ê bi bîr xist ku wan heta niha gelek leşker, polîs, sivîlên dîlgirtî teslîm girtine û radestî malbatan kirine.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Lê belê cara yekê ye ku zêdeyî 3 sal in me nekarî leşker û polîsên dîlgirtî teslîm bigirin. Bêguman sedemên vê yekê hene. Ya herî girîng jî hebûna şer e."

Daxuyaniya ÎHD'ê wiha dewam kir: "Lewma, ji bo pirsgirêka Kurd çareser bibe pêwîstî bi rawestandina şer heye. Tirkiye li Sûriye û Iraqê leşkerên xwe li erdnîgariyeke berfireh belav kiriye. Em dixwazin bi taybetî destnîşan bikin ku ev yek li gorî hiqûqa navneteweyî ne rewa ye. Di vê pêvajoya hilbijartinê de Tirkiye dixwaze li nava axa Iraqê, li Herêma Kurdistanê ya Federe baregehên leşkerî yên mayinde çêbike û operasyonên leşkerî pêk bîne. Ev yek li hiqûqa neteweyî û navneteweyî nayê. Em dixwazin bêjin ku divê ev operasyon tavilê rawestin û yekîneyên leşkerî li axa Tirkiyeyê vegerin. Ev yek wê tevkariyê li hewldanên aştiyê bike. Em bang dikin ku xwe ji hewldanên leşkerî vegirin."

ÎHD'ê diyar kir, weke parêzvanên mafên mirovan ew dixwazin ji niha ve bang li îradeya siyasî ya piştî 24'ê Hezîranê derkeve holê bikin û got, "Pirsgirêka Kurd ancax bi rêyên aştiyane û demokratîk dikare çareser bibe. Bi polîtîkayên şer çareser nabe."

ÎHD'ê bang li malbatên polîs û leşkerên dîlgirtî, li hikumetê, partiyên siyasî û namzetên Serokkomariyê kir:

"Guh bidin leşker û polîsên ku 7'ê Hezîranê mesaj dan. Ew welatî û wezîfedarên ewlekariyê yên vî welatî ne. Ji bo berdana wan bikevin nava hewldanan û wan ji nedîtî ve neyên. Bi taybetî em bang li lîder û nûnerên partiyên siyasî dikin. Gelo hûn ê leşker û polîsên dîlgirtî bixin rojeva xwe? Hûn ê kengî qala wan bikin?"

ÎHD'ê diyar kir ku ew her gavê amade ne leşker û polîsên dîlgirtî teslîm bigirin û wê di vê mijarê de her hewl bidin.