Leşker û polîsên dîlgirtî bang kirin

Polîs û leşkerên ji aliyê PKK'ê ve êsîr hatine girtin bang li dewletê, partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl kirin ku ji bo wan bikevin nava liv û tevgerê.

Hikumeta Tirk ku ji bo endamên MÎT'ê, leşker û polîsên dîlgirtî tiştekî nake, bi bomberdûmana bi balafirên şer gefê li jiyana wan dixwe. 9 polîs û leşkerên dîlgirtî dixwazin ji bo qedandina dîlgirtina wan hewl bê dayin.

Serokê Karên Cihêkariya Etnîkî ya li Derveyî Welat ê MÎT'ê Erhan Pekçetîn û Rêveberê Çavkaniyên Mirovan ê MÎT'ê Aydin Gunel 4'ê Tebaxa 2017'an li bajarokê Dokanê yê Silêmaniyeyê bi operasyoneke taybet hatibûn girtin. Ji bilî van, 9 leşker û polîsên Tirk di destê PKK'ê de dîlgirtî ne. Leşker û polîsên dîlgirtî ji ANF'ê re axivîn û diyar kirin ku şer çareserî nîne, dewlet wan ji nedîtî ve tê û xeteriyê li ser jiyana wan çêdike.

KES XWEDÎ LI ME DERNAKEVE

SEDAT SORGÛN: Ez ji Erzîromê me. Min li Girtîgeha Tîpa F a Wanê leşkerî dikir. Dema ku çûm betlaneyê, 13'ê Tebaxê di kontrola rê ya gerîlayên PKK'ê de hatim girtin. Nêzî sê sal in li vir im. Rewşa min a tenduristiyê niha baş e. Pirsgirêk nîne. Heta niha kesek li me negeriya, kesî li me nepirsî. Partiyên mûxalefetê, hikumet û artêş heta niha li me negeriya, kes xwedî li me derneket.

24'ê Hezîranê li Tirkiyeyê hilbijartin tê kirin. Gelek namzet ji bo Serokkomariyê û parlamenteriyê li ber xwe didin. Kêm jî be ji radyoyê em li wan guhdarî dikin, her tiştî ji hev re dibêjin. Lê belê mîna ku em nînin, kes me naxe rojeva xwe.

Gelo heta niha kîjan pirsgirêk bi çekê çareser bû, ku pirsgirêka Kurd çareser bibe. Bi dîtina min eger her du alî bikevin bin bar wê pirsgirêk demeke dirêj dewam neke.

Em di pêvajoya hilbijartinê de ne. Eger hûn van dîmenên me bigihînin hikumetê, mûxalefetê û namzetên nû yên parlamenteriyê, dibe ku hinek jê rabin û li me bipirsin. Em dixwazin ew xwedî li me derkevin.

DIVÊ PARTÎ BIKEVIN DEWRÊ

UMÎT GICIR: Ji Balikesîrê me. 21'ê Îlona 2016'an li cihekî navbera Colemêrg-Çelê di kontrola rê ya PKK'ê de dîl hatim girtin. Li jenderme ya navçeya Çelê dixebitim. Hîn du meh nebû bû ku li wir hatim wezîfedarkirin. Nû hatibûm Çelê.

Em dixwazin tiştek ji bo me bê kirin. Em li bendê ne ku siyasî, saziyên civakî yên sivîl û rayedarên dewletê piştî du salan êdî ji bo me tiştekî bikin. Tiştekî ku em bikin êdî nema ye.

Aliyên siyasî, mûxalefet, kî dibe bila bibe, komeleya mafên mirovan, saziyên civakî yên sivîl em ji hemûyan hêvî dikin ku êdî bikevin dewrê. Ji hikumetê, ji CHP'ê, ji HDP'ê û her kesên ku min nekarî navê wan bêjim, em dixwazin ku ji bo me tiştekî bikin.

Em ji malbatên xwe jî hêvî dikin ku ji bo me tiştekî bikin. Bila zanibin ku rewşa me baş e.

EM LI BENDA ALÎKARIYA HER KESÎ NE

SEMÎH OZBEY: Ji Meletiyê me. 17'ê Îlona 2015'an dema ji Dersimê ji bo betlaneyê diçûm Meletiyê dîl hatim girtin. Em ji her kesî li hêviya alîkariyê ne. Sê sal in li vir im. Nizanim bê kes ji bo me hewl dide, lê çi ji destê kê tê em li bendê ne ku bikin. Komeleya Mafên Mirovan, rêxistinên civaka sivîl çi ji destê kê tê em li bendê ne ku bikin. Bila ji bo me têbikoşin.

ÇIMA TIŞTEK NAYÊ KIRIN?

ADÎL KABAKLI: Ji Osmaniyeyê me. Min acemîtiya leşkeriya xwe li Etîmesgût a Enqereyê kir. Pştre li aliyê Dersimê ji aliyê PKK'ê ve dîl hatim girtin. Nêzî sê sal in li vir im. Heta niha ji bo me tiştek nehatiye kirin. Ev sê sal in em li radyoyê guhdarî dikin, lê kes qala me nake. Navê me jî nayê bilêvkirin. Bendewariya me ji dewleta me ye.

Em ji her kesî tiştekî hêvî dikin, lê kes tiştekî nake. AKP, CHP, kîjan partiya siyasî dibe bila bibe, em ji vir bang li hemûyan dikin. Çima ji bo me tiştek nayê kirin?

NAVÊ ME JÎ BILÊV NAKIN

MUSLUM ALTINTAŞ: Li Rihayê, Xelfetiyê me. 5'ê Tebaxa 2015'an min wezîfeya xwe ya leşkeriyê dikir. 2'ê Cotmeha 2015'an li Dersimê hatim girtin. Heta niha, yanî 3'ê Hezîrana 2018'an ez di destê rêxistinê de me. Bang li rayedarên hikumetê û dewletê dikim. Em li bendê ne ku hem ji bo me hem jî ji bo malbatên me tiştekî bikin. Ewqas parlamenter, siyasetmedar hene, lê ji bo me tiştekî nikarin bikin, ya jî nakin. Kemal Kiliçdaroglû meşa edaletê kir. Gelo ji bo me nikare tiştekî bike? Bila hikumet jî êdî ji bo me tiştekî bike. Gelo wan em ji welatîbûnê derxistine? Li ti cihî navê me nînn ziman.

ME JI KESÎ TIŞTEK NEBIHÎST

MEVLÛT KAHVECÎ: Ji Eskîşehîrê me. 21'ê Îlona 2016'an, dema ji bo çêkirina qeyda ezmûnê ji Çelê diçûm Colemêrgê dîl hatim girtin. Nêzî du sal in li vir im. Me hewldanek ji bo xwe nedît, dengekî ji bo me nebihîst. Dema hilbijartinê ye, mûxalefet çi Partiya Vatan, çi MHP an jî desthilatdar AKP, ji bo me tiştek negotin.

DIVÊ EM ÇI BIKIN?

SEDAT YABALAK: Ji Mersînê me. Karmendê polîs im. Li Rihayê wezîfedar im. 28'ê Tîrmeha 2015'an dema ji Erzîromê diçûm Rihayê li ser rêya Amed-Licê hatim girtin. Ji wê rojê û vir ve -3'ê Hezîrana 2018'an- di destê PKK'ê de me.

Ji vê derê bang li rayedarên dewletê dikim. Bila ji bo me êdî tiştekî bikin. Me heta niha nebihîstiye ku ji bo me tiştek kirine. Gelo ji bo ku ji me re tiştekî bikin divê em fermandarekî payebilind, walî, qeymeqam an jî gelekî dewlemend bin? Divê em çi bikin? Ya jî em li vir çi ne? Gelo em ne leşker, polîs, xebatkarên dewletê ne?

BILA ME JI NEDÎTÎ VE NEYÊN

SULEYMAN SÛNGÛR: Ji Sêrtê me. Li Çewlikê leşkeriyê dikim. Li ser rêya Amed-Licê di kontrola rê ya PKK'ê de hatim girtin. Sê sal in girtî me. Haya min ji dayik, bav, ji kesekî min nîne. Em ji CHP, MHP, AKP, HDP'ê, ji hemû partiyên siyasî tiştekî hêvî dikin. Gelek cejn derbas bûn, haya me ji dê û bavê me nîne. Bila me ji nedîtî ve neyên, em li benda wan in. 40 sal in şer dewam dike, lê tiştek bi dest neket. Tenê mirov mirin. Em jî aştiyê dixwazin, bila mirov nemirin. Em dixwazin bigihêjin malbatên xwe.

ÇIMA DEWLET ME NAXWAZE?

HUSEYÎN SARI: Ji Merşeê me. Li Sarikamiş a Qersê wezîfedar im. Çawişê pispor im. 13'ê Tebaxa 2015'an dema ji Sarikamiş a Qersê diçûm Mereşê hatim girtin. 16'ê Tebaxa 2015'an daweta min hebû. Di fermiyetê de ev sê sal in zewicî me, lê belê ji ber ku daweta me nebû, ev sê sal in bi hevsera xwe re em cihê ne. Nizanim bê niha rewşa malbata min, rewşa hevsera min çi ye. Sê sal in xwedî li me derneketin. Em di Hezîrana 2018'an de ne. Demeke dirêj di ser re derbas bû, lê em nizanin bê ji bo me tiştek hatiye kirin yan na.

Di pêvajoya hilbijartinê de em nizanin bê çi diqewime. Em nizanin bê em ê bên berdan an na? Me heta niha nebihîstiye ku partiyeke siyasî daxwaza berdana me kiriye. Cejna Remezanê li pêş me ye, ev bû cejna şeşan ku em li dûr malbatên xwe derbas dikin. Cejna Remezanê li malbata xwe pîroz dikim. Hêvîdar im em ê bigihêjin hev.