ÎHD: Bi êrîşên li dijî goran re hemû nirx tên binpêkirin

Şaxa Amedê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) diyar kir ku êrîşên li dijî goran tê wateya binpêkirina pergalên hiqûqê û nirxan.

Şaxa Amedê ya Komeleya Mafên Mirovan derbarê hovîtiya desthilatdariya AKP û MHP’ê ya li dijî gorên gerîlayên şehîd îro daxuyanî da.

Di daxuyaniyê ev tişt hate diyarkirin:

“Şikandina kêlên goran û goristanan êşeke mezin dide xizmên kesên mirî û ev jî êşkence ye. Ji bo ku kêl û goristan neyên hilweşandin, xizmên miriyan êdî li goristanan nobetê digirin.

Dema em qanûnên hiqûqî yên navneteweyî esas bigirin, êrîşên li dijî goran tê wateya heqaretê û sûcê li dijî goristanan. Di xala 3’emîn a Peymannameya Cenevreyê de ya ku Tirkiyeyê jî qebûl kiriye, tê gotin divê nirxên maddî û manewî kesên piştî şerê çekdarî were parastin. Li gorî peymannameyên navneteweyî divê dewlet nirxên manewî kesên mirî biparêze û li hemberî miriyan bi hurmet be.”

Şaxa Amedê ya Komeleya Mafên Mirovan bang li dozger û Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê kir ku bila peywira xwe bi cih bînin.