ÎHA'yek li Êlihê kete xwarê
Balafireke bê mirov (ÎHA) ku ji Êlihê rabû kete nava zeviyekî.
Balafireke bê mirov (ÎHA) ku ji Êlihê rabû kete nava zeviyekî.
Balafireke bê mirov a ji 14'emîn Fermandariya Baregeha Sîstemên Balafirên Bêmirov a artêşa Tirk a li Êlihê rabû, li nava zeviyekî li pişt sîteya oto galerî kete xwarê.
Şewata ku ji ber ketina ÎHA'yê derket ji aliyê arkujan ve hate vemirandin. Gelek polîs sewqî herêma ku ÎHA lê kete xwarê hatin kirin.
Agahî nehate wergirtin ku ÎHA ji ber çi ketiye xwarê.