Îdianameya 20 rojnamegeran hat amadekirin

Serdozgeriya Komarê ya Amedê piştî 9 meh û 10 rojan, lêpirsîna xwe ya derheqê 20 jê rojnameger bi giştî 22 kesan de temam kir û îdianame amade kir.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê 20 jê rojnameger bi giştî derheqê 22 kesan de lêpirsîn dabû destpêkirin û di 16’ê hezîrana 2022’yan de 16 rojnameger hatibûn girtin. Serdozgeriyê piştî 9 meh û 10 rojan lêpirsîna xwe temam kir û derheqê yek jê aşpêj û yek jî welatiyekê roportaj dida bi giştî 22 kesan de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” îdianame amade kir.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê îdianame ji 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê re şand. 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê jî dê di nava 15 rojan de îdianameyê lêkolîn bike û biryarê bide bê ka qebûl dike yan na. Bi qebûlkirina îdianameyê re dê pêvajoya darazê dest pê bike.