ÎŞKÛR’ê li gorî lîsteya AKP’ê mirov xistin kar

Li Colemêrgê ji bo karekî demdemî 74 kes wê ji aliyê ÎŞKÛR’ê bihatina stendin. Herî kêm 3 hezar kesan serî li kar dan. AKP’ê biryar da wê kî têkevin kar.

Desthilatdariya AKP û MHP’ê ya ku li ser gelê Colemêrgê her cure zextên siyasî, ekonomîk û çandî dike, biryara xistina kar kesan jî dide. Saziya Kar a Tirkiyeyê (ÎŞKÛR) li gorî lîsteya AKP’ê mirovan dixe kar.

Ji bo ku li dibistanên girêdayî Midûriyeta Perwerdehiyê ya Millî ÎŞKÛR wê mirov têxista kar. Ji bo kar li Eywana Civînê ya Midûriyeta Perwerdehiyê ya Millî pişk hate kişandin. 3 hezar kesan serî lê dan û wê 74 kes bihatina hilbijartin. Alîkarê Serokê AKP’a Colemêrgê Mehmet Yoldaş bi xwe jî tevlî pişkê bû.

Li gorî şahidan li gorî lîsteya AKP’ê ÎŞKÛR’ê mirov xistiye kar.