Êzîdiyan nas bikin

Yên ku xweseriya Êzîdxanê naxwazin û vê yekê naparêzin ew nikarin ji xwe re bibêjin ez Kurd im, demokrat im heta nikarin bibêjin, ez mirov im jî.

Fermana 74'an a li dijî Êzîdiyan beriya 6 salan pêk hat. Em şehîdên Fermana 74'an bi minetdarî bi bîr tînin. Wê teqez tola jinên Êzîdî were hildan.

DAÎŞ’ê 3'yê Tebaxê 2014ʼan bi êrişa xwe ya li dijî Şengalê xwest Êzdiyan hemûyan qirr bike. Bi Fermana 74'an dixwestin koka Êzîdiyan biqelînin. Lê belê 12 gerîlayan sînga xwe kirin sîper û wan DAIŞ sekinand. Her çiqasî bi hezaran Êzîdî hatibin qetilkirin û bi hezaran ji wan hatibin revandin jî wan karîbû hebûna Êzîdiyan biparêzîn. Yên ku Êzîdî parastin jî gerîlayên HPG-YJA Starê û şervanên YPG - YPJ'ê bûn.

Gerîlayan bi berxwedana xwe bi tenê Êzîdî ji qirrbûnê rizgar nekirin, wan di heman demê de rûmeta mirovahiyê jî rizgar kir. Wan di serî de jî rûmeta PDK'ê, rûmeta Iraq, Netewên Yekbûyî, rûmeta Emerîka û Ewrûpaya ku eskerên wan li Rojhilata Navîn in jî rizgar kir. Heke gerîlayan pêşî li vê qirrkirinê negirtibûna di serî de PDK û Iraq ji ber ku pêşî li qirrkirinê negirtin, wê bihatana sûcdarkirin. Ji ber ku wê demê li Şengalê hêzên eskerî yên PDK'ê û li derdora wê jî eskerên Iraqê hebûn. DAIŞ'a ku 12 gerîlayan ew sekinandin, bi hezaran pêşmerge û bi hezaran eskerên Iraqê nekarîn wan bisekinînin. Ya rasttir bêyî ku li ber DAÎŞ’ê li ber xwe bidin, wan Şengal teslîmî çeteyan kir. Hê jî baş nayê zanîn, pêşmergeyên PDK'ê bêyî ku li ber xwe bidin, çima Şengal hiştin.

Gerîlayan Şengal ji qirrkirinê rizgar kir. Lê hê jî PDK û hikûmeta Iraqê dixwazin wekî berê li Şengalê serwer bibin. Mafê xweseriya Şengalê ku weke şîrê dayikê ji mafê Êzîdiyan e, nas nakin. Hê jî bêyî ku xweseriya Şengalê nas bikin, ew dixwazin bi destê çend hevkarên xwe yên Êzîdî li ser Şengalê hukmê xwe bikin. Qebûl nakin ku gerîla tevî gelê Êzîdî ku wan bi hev re Şengal rizgar kir, Êzîdxanê bi rê ve bibin.

Piştî Fermana 74'an û tişta bi serê Êzdiyan hat, hê jî ew dibêjin, em bi rê ve bibin ku ev bi gotina herî sivik durûtî ye. Yan jî stûriya stûyê wan e, û çermê rûyê wan qalind bûye. Lê belê êdî bi tu awayî vegera beriya Fermana 74'an nabe. Êdî gelê Êzîdî hişyar bûye. Wê êdî qebûl nekin ku kesek rabe û li ser navê wan biryaran bide. Wê xweparastina xwe yanî hebûna xwe teslîmî tu kesekî nekin.

Heke li Şengalê xweseriya Êzîdiyan hebûna; heke parastina Şengalê bi destê ciwanên Êzîdî yên di bin venêrîna meclisa Êzîdiyan de bikirana, dibe ku hemû bimirana lê wê Şengal nehiştana. Wê bi lehengiya Derwêşê Evdî li dijî DAÎŞ’ê li ber xwe bidana, wê Şengal ji DAÎŞ’ê re nehiştana. Wê xwişkên xwe ji dest û însafa DAÎŞ’ê re nehiştana. Li ser vî esasî êdî Êzîdxan bêyî xweserî û xweparastinê nikare hebûna xwe dewam bike. Lê kesên ku dijminatiya Êzîdiyan dikin wê li hemberî xweserî û xweparastina Êzîdxanê rabin û xwe neqayil bikin. Kesên ku bi Êzdiyan re dost û heval bin jî wê xweseriya Êzîdxanê qebûl bikin. Wê nexwazin ku qeymeqamek tayîn bikin û Êzîdxanê birêve bibin.

Divê em îşaret bi wê yekê bikin ku ji berpirsyariya her Kurdekî/ê ye ku xweserî û xweparastina Êzîdxanê bixwaze û biparêze. Yên ku xweseriya Êzîdxanê naxwazin û vê yekê naparêzin ew nikarin ji xwe re bibêjin ez Kurd im, demokrat im heta nikarin bibêjin, ez mirov im jî. Ne tenê rêveberiya Başûrê Kurdistanê û Iraq, mirovahî xweseriyê deyndarê Êzdiyan e. Netewên Yekbûyî, Yekitiya Ewrûpayê, Yekitiya Ereban, Rêxistina Îslamî û Vatîkan jî ji Êzîdiyan re deyndar in. Ji ber ku pirsgirêka xweseriya Êzîdiyan bi tenê Iraq yan jî başûrê Kurdistanê eleqeder nake. Ji bo parastina bîr û baweriya herî kevnar a mirovahiyê berpirsyariya hemû komên bîr û baweriyan heye. Bîr û baweriya ku ji bo parastina baweriya herî kevnar a mirovahiyê xwe berpirsyar nabîne, di esasê xwe de samîmiyeta wan a ji bo baweriya wan jî namîne. Heke ku ew dixwazin mirov rêzê û hurmetê nîşanî baweriya wan bide, divê di serî de ew rêz nîşanî Êzîdiyan bidin û ji bo hebûna wan di bin temînatê de be, bi rol û rista xwe rabin…

JÊDER: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA