Êzidiyan ji bo Şengalê konê berxwedanê danîn

YJCÊ û YCÊ li dijî dorpêçkirina Şengalê ya ji aliyê artêşa Iraqê ve kete tevgerê û konê berxwadanê danî.

Yekîtiya Ciwanên Êzidî (YCÊ) û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî (YJCÊ) li dijî peymana ser Şengalê û hewldanên dagirkirina herêmê, çalakiya “Mertalên Zindî” da destpêkirin. Ciwanan diyar kirin ku heta xeteriyên li ser herêmê bidawî dibin, ewê bişev û roj liser piyan bin.

Hêrs û nerazîbûna gelê Şengalê ya li hemberî peymana li ser Şengalê hatiye îmzekirin û hewldanên dagirkirina herêmê herku diçe zêdetir dibe.

Ciwanên Êzîdxanê jî ku ji roja îmzekirina peymanê (9 Cotmeha 2020) heta niha li ser piyan e, îro jî derketin ser Çiyayê Şengalê.

Ciwanan tevî baranê û hewayê sar jî, li devera Amûd a Çiyayê Şengalê çadir vegirt û çalakiya “Mertalên Zindî” da destpêkirin.

Di çalakiyê de ciwanan agir pêxist û pankarta “Çiyayê Şengalê rûmeta me ye em ê rûmeta xwe biparêzin” vekir.

Li devera Amud a li ser rêya herêma Çilmêre ku dibe lûtkeya Çiyayê Şengalê û artêşa Iraqê dixwaze bikeve wir, daxuyanî hat dayîn.

Di daxuyaniya ji aliyê YJCÊ û YCÊ ve hatî dayîn de, hate diyarkirin ku peymana di navbera Hewlêr, Bexda û Enqereyê de hatî îmzekirin û fermana 75’an re rû bi rû mane. Di daxuyaniyê de banga berxwedanê li hemû beşên azadî xwaz hate kirin.

Gel li derdora agirê pêxistîn bi dîlan û dirûşmeyan berxwedana xwe didomîn in.