Êzîdî ji Iraqê dixwazin jinên Êzîdî ji dest DAÎŞ'ê de werin rizgarkirin

Şengaliyan daxwaza kirin ku jinên di destê DAÎŞ'ê de werin rizgarkirin. Şengaliyan diyar kirin ev 4 sal in keç û jinên Êzîdî di dest DAÎŞ'ê de ne lê hikûmeta Iraqê ji bo rizgarkirina wan tiştek nekiriye.

Dema ku 3'yê Tebaxa 2014'an çeteyên DAÎŞ'ê bi ser Şengalê de girtin bi hezaran jin û keçên Êzîd revandin. Heta niha 3 hezar di dest çeteyan de ne û çarenûsa wan ne diyar e. Gelê Şengalê gazin ji hikûmeat Iraqê dikin û dibêjin heta niha ji bo rizgarkirina jin û keçên Êzîdî yên di dest çeteyan de ti lêkolînek nekiriye û daxwazê ji saziyên têkildar dikin ku bi peywira xwe rabin.

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) Şemê Remo têkilî mijarê axivî û got, heke Iraqê Êzîdiyan mîna welatiyên Iıraqê dibîne çima ev 4 sal in ew paşguh kirine, eva 4 sal in keç û xwîşkên wan di dest DAÎŞ'ê de ne û ji bo rizgarkirina wan tiştek nehatiye kirin.

Şemê spasî da hêzên Rojavayê Kurdistanê ku jin û keçên Êzîdî ji destê DAÎŞ'ê rizgar dikin û wan digihînin malbatên wan.

Şemê li ser êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Mexmûr û Şengalê jî got fermana ku DAÎŞ'ê li ser serê wan rakiriye ji hêla Tirkiyê ve tê domandin, bêdengiya Iraqê ya li ser êrîşên destnîşan kir û got, divê hikûmeta Iraqê dengê xswe bike û her wiha bang li hêzên navnetewî kir ku bêdeng nemînin.

Ciwanê Êzîdî yê bi navê Tehsîn Şeref jî bang li saziyên navnetewî yên mafê mirovan kir ku bi erkên xwe rabin da ku dayik, xwîşkên wan ji dest çeteyên DAÎŞ'ê werin rizgarkirin.