Êşkenceya hucreya sungêrkirî ya li girtîgehê

Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Edîrneyê, êşkence li girtiyan tê kirin û li hucreyên sungêrkirî tên bicihkirin. Li Xarpêtê jî girtiyên ku li ber qerta nasnameyê derdikevin, tên cezakirin.

Polîtîkayên êrîşkar û nîjadperest ên dewleta Tirk herî zêde bandorê li girtîgehan dike. Girtîgeh veguherîne navendên êşkenceyê. Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Edîrneyê û li Girtîgeha Girtî ya Hejmara 2'an a Xarpêtê, kiryarên li derveyî mirovahiyê weke reşweke ji rêzê li ser girtiyan tên ferzkirin.

ÊŞKENCE Û TECRÎDA LI ODEYA SUNGÊRKIRÎ

Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê, girtî timî li odeya sungêrkirî tên tecrîdkirin. Leşker û gardiyan her hefte diavêjin ser qewîşan û tevî ku ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve destûr jê re hatiye dayin jî, dest datînin ser pirtûkan. Rêveberiya girtîgehê, ji ber pirtûkan lêpirsînê li girtiyan vedike û cezayê ragihandin û derneketina hevdîtinê li wan dibire. Rojnameyên Welat û Ozgurlukçu Demokrasî, ku balê dikişînin ser binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan, ji girtiyan re nayên dayin. Ya jî rûpelên wan tên jêkirin û bi vî rengî tên dayin. Rêveberiya girtîgehê ku dest li hemû qadên jiyanê yên girtiyan werdide, cihê hevpar û hevdîtina navbera qewîşan, ji dema ragihandina Rewşa Awarte û vir ve rakiriye. Li girtîgehê, her girtî bi rojan di hucreyê de tê hiştin, bi zorê şopa tiliyên girtiyan tê girtin, êşkence li wan tê kirin û yên naxwazin şopa tiliyên xwe bidin jî li hucreyên sungêrkirî tên bicihkirin.

YÊN LI BER QERTA NASNAMEYÊ RADIBIN TÊN TECRÎDKIRIN

Li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Hejmara 2'an a Xarpêrtê jî, li ser girtiyên siyasî tê ferzkirin ku nasnameya girtîgehê bi xwe re bigerînin. Rêveberiya girtîgehê ku her roj pêkanîneke kêfî li ser girtiyan ferz dike, girtiyên ku li ber qerta nasnameyê radibin ji qewîşê dernaxîne. Girtiyên ku cezayê nebirina nexweşxane, hevdîtin û ragihandinê li wan hatine birîn, ji ber ku qerta nasnameyê bi xwe re nagerînin, ji qewîşê nayên derxistin. Xizmên girtiyan ên vê hefteyê çûn hevdîtinê gotin, "Ji ber ku qerta nasnameyê girtine, em nikarin wan bibînin." Malbatên ku ji bo hevdîtina nîv saetê ji cihên bi kîlometreyan dûr tên, ji ber sedemên biçûk tên vegerandin. Malbatên ku nikarin agahiyê ji girtiyan bigirin, xwe amade dikin ku gilî bikin.