Êşkencekar rojekê wê werin darizandin

Parêzer Yakup Guven: Êşkence sûcê mirovahiyê ye, dem di ser re biçe jî ji sûcbûnê dernakeve, îro dibe ku êşkence bi necazekirinê were xelatkirin lê divê nefikire ku heta hetayê wê neyê darizandin.

Endamê Komîsyona Têkoşîna Dijî Êşkenceyê yê Şûbeya Amedê ya ÎHD'ê Yakûp Guven got van demên dawî dema ku polîs bi ser malan de digirin êşkenceyê weke çekê bi kar tînin. Parêzer got derbarê vê wan pêvajoya hiqûqî dane destpêkirin.

Weke ku tê zanîn van demên dawî polîsên Tirk dema ku bi ser malan de digirin bi kûçikên ku bi xwe re dibin êşkeneyê dikin, ku herî dawî 30'ê Gulanê bi vî rengî êşkence li Şeyhmus û Menîce Yilmaz û li aktivîsta TJA'yê Sevîl Rojbîn Çetîn kiribûn.

Guven got di di bûyerên destgîrkirinê de yên li gel kûçikan sê weqayên êşkenceyê çêbûne û diyar kir, kûçik rasterast weke çekê têne bikaranîn û beriya niha ew pir li rewşeke wiha rast nehatine.

Destgîrkirina bi rêya kûçikan Guven bi van gotinan şîrove kir: ''Bi me wiha ye ev gava destpêkê ya qonaxeke nû ya êşkenceyê ye. Em Komeleya Mafê Mirovan vê weke rêbazeke nû dibînin.''

Guven got heke ÎHD û Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê (TÎHV) di vê mijarê de tişta ku dikeve ser wan nekin wê ne pêkan be ku bi rêyê hiqûqî têkoşîn were dayin û got, ji bo ku bi temamî pêşî li van bûyeran were girtin em bi wê niyetê ne ku bi saziyên rayedar ên dewletê re tim bidin û bistînin. Guven her wiha got, ''Êşkence sûcê mirovahiyê ye, dem di ser re biçe jî ji sûcbûnê dernakeve, îro dibe ku êşkence bi necazekirinê were xelatkirin lê divê nefikire ku heta hetayê wê neyê darizandin. Êşkencekar her demê ji ber kirina êşkenceyê bi darizandinê re rûbirû ye.''