Êrîşên li ser Kurdî li Mexmûrê hatin şermezarkirin

Komîteya Perwerdeyê ya Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), bi wesîleya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê êrîşên li ser Kurdî şermezar kir.

Qada Perwerdeyê ya Wargeha Penaberana a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi boneya roja Zimanê Dayîkê daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi kombûna hemû xwedevanan, mamosta û xelkê wargehê li dibistana Amadeyî ya Şehîd Koçerîn bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên tevgara azadiya Kurdistanê hat destpêkirin. Daxuyanî ji aliyê xwendevana bi navê Zenûra Babat ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Ev roja ku bi xwîna gelek şehîd û berxwedana gelekî berxwedêr hatî afirandin, 21’ê Sibata 1999’an ji aliyê UNESCO ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî ve bi biryarekî weke roja Zimanê Dayîkê ya cîhanî hatiye pejirandin. Bi armanca piştgirîdayîna pir çandî, pir zimanî ve di sala 2000’an de li tevahî cîhanê hat pîrozkirin. Lê mixabin piştî vê biryarê tevî ku 24 sal derbaz bûye jî hinek dewletên mêjûkdar hêjî vê biryarê nasnakin û li pêşiya pirzimanî, pirçandiyê dibin asteng û roj bi roj zimanê civakan yek bi yek tine dikin. Ev zimanên ku zû tinedibin zimanên wan netewên bindestin û maf ji wan re nayê dayîn ku zimanê xwe di qadên jiyanê û perwerdeyê de bikarbînin.

Li gorî daxuyaniya UNESCO’yê, her heftî du ziman dikevin li ber pêlên tinebûnê. Hinek dewletên weke Tirkiye hêjî zimanê xwe li ser civakên di nava xwe de ferzdikin. Ji bo tinekirina ziman û çandên din, di nava hewildanan de ne. Li gorî daneyên fermî ji ber ku gelek caran bi zimanê xwe axivîne, Kurd ceza kirine. Heta carnan ji ber ku guhdarî starên Kurdî kirin, kirêgirtiyên desthilatdariya Tirk kuştin li ser Kurdan pêkanîne. Dîsa li Bakûrê Kurdistanê navê piraniya cihên niştecihî hatine guhertin. Zimanê Kurdî yê ku bi avakirina komarê re ketî ber pêlên bişaftinê, piştî salên 90’î bi berxwedana şervanên azadiyê û Kurdên welatparêz destûra weşana bi zimanê Kurdî hat dayîn. Lê piştî hatina dîkdatorê mezin Erdogan bi demekê, bi taybet piştî derbeya leşkerî ya ku bi plana Erdogan çêbûyî carekî din hemû xebatên li ser zimanê Kurdî hatin qedexekirin û rojname, kovar û dibistanên Kurdî yên taybet hatin girtin. Heta Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ya ku di pêvajoyên herî tarî de yên serdema desthilatdariyên Tirkiyê de hatî avakirin û xebat meşandî, ji aliyê rejîma Erdogan ve hat girtin. Her wiha navlêkirin û peykerên wêjevanên Kurd yên weke, Ehmedê Xanî û Feqiyê Teyran hatin qedexekirin û ji navbirin. Mixabin li beranberî van kiryaran bêdengiyek bê hempa xuya dike.

Ji bo vê, em bang li Neteweyên Yekbûyî dikin û dibêjin; ‘Nabe ku hûn li hemberî hovîtî û bişaftina dîktatorek wek Erdogan bêdeng bimînin.’ Her wiha em bang li gelê Kurd, gelên bi rûmet dikîn, ger tû nexwazî tinebibî û zimanê te bikeve li ber pêla bişaftinê, divê weke gel li hemberî vê bişaftinê weke gelê Bangladeşî li berxwe bidî. Çawa ku gelê Bangladeşî li hemberî qedexekirina zimanê xwe rabû û zimanê xwe bi berxwedanê bi desthilatdariya Pakistanê da pejirandin, divê em jî hemberî bişaftinên dewleta dagirker li berxwe bidin, ziman û mafê xwe bi wan bidin pejirandin.”

Daxuyanî bi dirûşmeya ‘Bijî Zimanê Dayîkê’ bidawî bû.