Êrîşên li ser Efrînê li Wanê hatin şermezarkirin

Li Wanê çalakiyên ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê dewam dikin.

Rêxistinên HDP'ê yên navçeyên Ebex û Artemêtê yên Wanê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê daxuyanî dan çapemeniyê.

Li avahiya HDP'ê ya Artemêtê, rêveberê HDP'ê yê navçeyê Haci Alacak daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir, desthilatdariya siyasî ya Tirkiyeyê bi tevdan û pêşîvekirinê ya Rûsyayê re gelên Tirkiyeyê xistiye nava şerekî ku berdêlên wê giran be.

Alacak destnîşan kir ku êrîşa li ser Efrînê êrîşa li ser hemû gelên bindest e û got, "Desthilatdariya siyasî feraseta xwe ya rêveberiyê dispêre bê edaletî û xizaniyê. Ji bo vê feraseta xwe veşêre êrîşî Efrînê dike. Ev êrîş ne ya qebûlkirinê ye."

Li Ebexê jî Ramazan Bulte daxuyanî da û got, "Şer çareserî nîne, çareserî aştî ye" û xwest şerê ku desthilatdariya siyasî daye destpêkirin tavilê bê sekinandin.