‘Êrîşên li dijî KCD'ê dijminantiya Kurdan e’

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Guzel, bertek nîşanî serdegirtina polîsan a KCD'ê û destgirkirina siyasetmedarên Kurd da û got: “Ev êrîş encama polîtîkayên li dijî Kurdan e. Ji ber ku AKP-MHP dijminantiya Kurdan dike, hewl didin ku KCD'ê kriminalize bikin.”

Polîsan duh saetên serê sibê, bi ser avahiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) a li navçeya Peyas a Amedê, weşanxaneya J&J a li semta Ofîs a navçaye Yenîşehîrê û gelek malan de girtin. Polîsan deriyê avahiya KCD’ê şikandin û dest bi lêgerînê kirin. Polîsan piştî lêgerînê, destûr dan ku parlamenterên HDP’ê yên Amedê Semra Guzel û Remziye Tosûn û parêzer bikevin hûndirê avahiyê. Polîsan dest danîn ser lewheya bi deriyê avahiya KCD’ê ve daliqandî, lewheya Komîsyona Gelan û Baweriyan a KCD’ê, pankart, qaseyên bîlgeseyaran, kovar û pirtûkan.

‘ÊRÎŞ DIJMINATIYA KURDAN E’

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel, bertek nîşanî serdegirtina Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) da û anî ziman ku desthilatdarî bi van operasyonan carek din dijminantiya xwe ya li dijî Kurdan eşkere dike û wiha axivî: “Duh serê sibê em bi operasyonên li dijî saziyên Kurdan û jinên siyasetmedar hişiyar bûn. Di encama van operasyonan de gelek siyasetmedar, endamên saziyên sivîl û parêzer hatin destgîrkirin. Li gel vê yekê serê sibê avêtin ser avahiya KCD’ê û weşanxaneya J&J. Li KCD’ê nêzî şeş demjîmêran lêgerîn hate pêk anîn û di encama vê lêgerînê de polîsan dest danîn ser lewheya bi deriyê avahiya KCD’ê ve daliqandî ya ‘Komîsyona Gelan û Baweriyan a KCD’ê’, pankart, qaseyên bîlgeseyaran, kovar û pirtûkan. Ji ber ku li avahiyê ti tiştek ku bibe sûç nehatiye dîtin, polîsan destdanî li ser lewheya KCD’ê. Ev êrîş li dijî siyaseta demokratîk û dijminatiya li dijî Kurdan e.”

‘DIXWAZIN LINGÊ DEMOKRASIYÊ TÊK BIBIN’

Guzel destnîşan kir ku desthilatdarî bi van operasyonan dawî li aştiya gelan tîne û fermana şer dide. Guzel bilêv kir ku ev encama konsepta şer ya hikûmeta AKP-MHP’ê ye û wiha pêde çû: “Li dijî siyaseta Kurd di gelek aliyan de êrîş pêk tên. Tayînkirina qeyûm, êrîşên li ser goristan û daxistina destdayîna wekîlan ji aliyek yê van êrîşan e. Aliyê din jî li dijî sazî û dezgehên demokrasiyê yên li kêleka me têdikoşîn dixwazin têk bibin. Her wiha êrîşên li dijî xaka Başûrê Kurdistanê û qetilkirina welatiyên me yên sivîl û êrîşa li Kobanê li dijî jinên siyasetmedar pêk hatin cûreyek konsepta şer ya li dijî Kurdan e. Bi van êrîşan dixwazin lingê demokrasiyê têk bibin.

KCD bi salan ji bo demokrasî û aştiyê xebatan dide meşandin. Di pêvajoya aştiyê de jî aktîf xebat da meşandin û bi daxwaz meclîsê tevlî xebatên meclîsa Tirkiyeyê bû. Li ser daxwaza hikûmeta AKP’ê tevlî xebatên pêvajoya aştiyê bûn û bi dehan caran jî li gel wekîlên AKP’ê civîn pêk anîn. Ji ber ku AKP dawî li pêvajoya aştiyê anî û polîtîkayên şer xistin dewrê. Niha jî hewl dide ku KCD'ê krîmînalîze bike. Her wiha îro êrîş ne tenê li dijî KCD’ê pêk hat, li dijî hemû saziyên siyaseta demokratîk dike pêk hat. Mixabin îro dewletê demokrasî û hiqûq xistiye refan de. Hiqûqa Tirkiyeyê di nava lêvên kesekê de ye. Heta ku ev kes biryar nede hiqûq û edaleta Tirkiyeyê nikare biryaran bide.”

‘DIXWAZIN XEBATÊN YEKITYA NETEWEYÎ VALE DERXIN’

Guzel da xuyakirin ku desthilatdarî bi van êrîşan dixwazin xebatên yekîtya neteweyî vala derxîn e û wiha dom kir: “Li Rojavayê Kurdistanê xebatên girîng û pîroz têne kirin. Tev-Dem û ENSK ji bo yekîtiyê pêngavên girîng di avêjin. Wexta ev xebat pêk tên, dewleta Tirk êrîşî gelê Kurd dike. Li Kobanê li dijî jinan êrîş pêk hat û li Başûr jî hewldana dagirkeriyê. Kobanê sembola desketiyên jina Kurd e û kelha berxwedanê ye. Êrîşên li ser Kobanê, êrîşên li ser têkoşîna jinên Kurdistanê ye. Di heman wextê de êrîşa li dijî siyaseta Kurd e û dijminatiya xelkê Kurdistanê ye. Di serdemek ewqas girîng de ku dinya têkoşîna li dijî şewba korona dide, lê Tirkiye dijminatiya xwe ya Kurdan de israr dike. Ji xwe dewlet li Kurdistanê ti ewlehiyên tenduristiyê nastîne û gel bê ewle hiştiye. Ji xwe bi van hemû êrîşan dixwazin Kurdan tine bikin. Dema ku em li şeweta çiyayên Kurdistanê jî dinêrîn dibînin ku ev jî berdewama polîtîkaya şer ya desthilatdariyê ye. Li dijî mirov, xweza, sewal û hemû zindiyên Kurdistanê polîtîkaya tinekirinê ketiye dewrê.”

‘TÊKOŞÎNA GEL WÊ ZÎHNIYETA FAŞÎST TÊK BIBE’

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel anî ziman ku wê li her qadê têkoşîna xwe bidomînin û got: “Bi meşa ‘Li dijî derbeyan meşa demokrasiyê’ bêngava yekemîn bû û em ê têkoşîna xwe li her qadê bilind bikin. Meşa me ya 'Li dijî darbeyan meşa demokrasiyê' di nava civakê de kelecanek ava kir. Gelê ku rastî zilma desthilatdariya AKP'ê ku her diçe zordestiyê zêde dike, li dijî vê destpotiyê daket qadan. Me hevî û coşa gel derxist qadan. HDP ji roja hatiye avakirin heta niha dimeşe. Ji bo demokratîkbûna Tirkiye HDP derketiye rê. Meşa me ya 15'ê Hezîranê perçeyek vê meşa dirêj e. Fîna vê rêwiya aştiyê wê 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê bê dayîn. Hêviyên me yên ji bo aştiyê ti carê naqede. Em ê têkoşîna aştiyê heta dawiyê bidin. Ez bang li hemû sazî, dezgeh û kesên têkoşîna aştî û demokrasiyê dikim ku wê ev têkoşîn dawî li deshilatdariya faşîst bîne. Çiqas ew êrîş dikin em ê ewqas mezin û xurt dibin. Îro desthilatdarî êrîşî kesên ku li wan bidin windakirin dike. Ji bo vê yekê jî êrîşî stratejiya HDP’ê û gelê Kurd dike. Teqez wê ev zîhniyeta faşîst bi têkoşîna gel têk biçe.”