Êrîşên DAÎŞ’ê yên li dijî gundên bajarokê Daquqê berdewam e

Êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li dijî gundên Kurdan ên li Kerkûkê didomin, li aliyê din helwedana bicihkirina Ereban jî tê kirin.

Çeteyên DAÎŞ'ê pêr êvarê pênç hawan avêtibûn gundê Darayî Heftexarî ya navçeya Daquqê ya Kerkûkê. Gundiyên ku ji gundê xwe ber bi Daquqê ve bi rê ketî, ji aliyê polîsên federal ên Iraqê ve hatin gulebaran kirin û ji heman malbetê 9 kes hatibûn kuştin.

Şevê din jî DAÎŞ’ê 10 topên hawanan avêtin gundê Topzaway a Kakeyî ya li sînorê navçeya Daquq a Kerkûkê. Di êrîşa şevê din de windahiya canî tûnebû lê zirareke mezin a madî gihişte welatiyan.

Li aliyê din hêzên Iraqê destûr nadin ku rojnameger biçin cihê bûyerê û bûyerê bişopînin. Duh nûçegihanê qenala KNN Sîrwan Xûrşîd ber bi cihê bûyerê ve çû û ji aliyê hêzên Iraqê ve hate destgîrkirin. Piştî demekê Xûrşîd hate berdan lê hêzên Iraqê dest danî li ser amûrên nûçegihan.

Piştî bûyerên 16’ê Cotmehê (ji sedî 51’ê xaka Herêma Başûrê Kurdisanê radestî Iraqê hate kirin) li herêmê valehiyekî çêbû û polîsên federal ên Iraqê nikare navçeyê biparêze û tevgera DAÎŞ’ê lê zêde bûye.

Piştî êrîşa pêr polîsên federal ên Iraqê gule li malbatekê barand ku 300 metre dûrî wan bûn, li gorî şahidên bûyerê polîsan bi şaşî gule li malbatê barand ne çeteyên DAÎŞ’ê.

Piştî birîndar û cenazeyên kesên jiyana xwe ji dest dane rakirin nexweşxaneya Daquqê, di navbera Polîsên Nehiştina Tewan ên Daquq û Polîsên Federal de devjenî çêbû û ji ber vê sedemê efserek polîsan ê bi navê Mihemed Qaim ji aliyê endamekî polîsên federal ve hate kuştin. Vê yekê jî guman zêde kirin ku gulebarankirina sivîlan ji aliyê polîsên federal ve pêk hatibe.

Tê payîn ku vê êvarê saet 17:00’an li pêşiya avahiya polîsên federal ên Iraqê xwepêşandanek were lidarxistin.