Êrîşên DAÎŞ'ê yên li Avahiya Dara û Heftexarê hatin têkbirin

Êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê yên li Kerkûkê bi berxwedana gundiyan hatin têkbirin. Ji ber êrîşê gundiyekî jiyana xwe ji dest da, 9 gundî jî birîndar bûn.

Çeteyên DAÎŞ'ê ev demeke li derdora Kerkûkê ji nû ve ketin nava liv û tevgerê. Çeteyan doh êrîşî gundên Avahiya Mansur, Avahiya Dara û Heftexarê yên herêma Heftexarê ya navçeya Daqoq a Kerkûkê kirin.

Gundiyan bersiv dan çeteyên DAÎŞ'ê û şer dest pê kir. Di şer de hin ciwanên xwebexş ên Kerkûkî tevî gundiyan li dijî çeteyan li ber xwe dan. Di şerê sê saetan de, gundiyê bi navê Herdî Saman Mihemmed jiyana xwe ji dest da, gundiyên bi navê Hisên Hasam Mehmûd, Şîvan Qadir Mehmûd, Ehmed Nurî Ibrahîm, Mihemed Cebar Elî, Faruq Ziyad Faruq, Mensur Mihemed Emîn, Hawkar Osman Şalu, Sebah Nurî Îbrahîm û Elî Heyman Mihemed birîndar bûn. Gundiyên birîndar li Kerkûkê tên dermankirin. Hate ragihandin rewşa tenduristiyê ya yek ji birîndaran giran e.

GUNDIYAN NERAZÎBÛN NÎŞANÎ ARTÊŞA IRAQÊ DAN

Gundiyên ku bûn hedefa êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê, li herêma di bin ewlekariya artêşa Iraqê de ne. Lê belê di dema êrîşa çeteyên DAÎŞ'ê de yekîneyeke biçûk a artêşa Iraqê jî li gundan nebû. Piştî ku gundiyan li dijî çeteyên DAÎŞ'ê li ber xwe dan û di encamê de jî çeteyên DAÎŞ'ê neçar man birevin, artêşa Iraqê kete nava gundan û li pêşiya gundiyan bû asteng ku mirî û birîndarên xwe nebin. Gundiyan nerazîbûn nîşanî vê nêzîkatiya artêşa Iraqê dan û gotin, "Diviyabû we em biparastina, lê we wezîfeya xwe nekirin. Ya ku diviyabû we bikira, me kir. Piştî ku çete reviyan hûn hatin û niha jî hewl didin li pêşiya rakirina cenaze û birîndarên me bibin asteng." Gundiyan guh nedan qedexeya artêşê û mirî û birîndarên xwe ji cihê şer birin.