Êrîşên artêşa Tirk a dagirker dewam dikin

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bênavber dewam dikin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Li herêma Zapê;

11'ê Gulanê saet di 07:00 de dagirkeran êrîş birin ser Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê. Hêzên me ji bo xwe biparêzin bersiv dan dagirkeran.

11'ê Gulanê saet di 15:00 de dagirkeran êrîş birin ser çepera me ya berxwedanê ya li Sîdayê û hewl dan hilweşînin. Hêzên me jî bersiv dan dagirkeran.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

11'ê Gulanê qada Kanîsarkê ya Garê û Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 6 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

11 û 12'ê Gulanê Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî û Girê Amediyê, çeperên me yên berxwedanê yên li Sîdayê 8 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin."