Êrîşên AKP'ê yên li dijî sivîlên li Başûrê Kurdistanê dewam dikin

Topên hawanê yên ji qereqolên Tirk hatin avêtin, li gundê Orê yê li nehiya Kanîmasî ya Metîna ketin. Gundî li ber van êrîşan rabûn.

Gefa artêşa Tirk a li sivîlên li Başûrê Kurdistanê dewam dike. Topên hawanê yên ji qereqolên Tirk hatin avêtin, li gundê Orê yê li nehiya Kanîmasî ya Metîna ketin. Gundî li ber van êrîşan rabûn.

Şêniyên gundê Orê ji ANF'ê re axivîn û destnîşan kirin ku wê vê nêzîkatiya dewleta Tirk ti carî qebûl nekin. Dewleta Tirk, ji qereqolên Zawîte, Deştanê û Çeperê Şêxa yên li Çelê bi hawan û obusan êrîşê dibe ser gundên Orê û Bêdehê yên Metînayê.

Herî dawî çend roj berê êrîş li dijî gundê Orê hate kirin. Gundiyên Orê gotin, Erdogan ji van êrîşan berpirsyar e û nerazîbûn nîşan dan. Gundiyan diyar kirin ku ew ê vê rewşê qebûl nekir û her ku derfetê bibînin wê vê bînin ziman û gotin, ev zilm e.

'YÊN KU ZILMÊ LI ME DIKIN WÊ BI XWE BIQEDIN'

Yek ji gundiyên Orê anî ziman ku nêzî 60 sal in li vî gundî dijîn û nerazîbûna xwe bi van gotinan anî ziman:

"Ji ber top û bomberdûmana dewleta Tirk em nikarin bi dilrehetî li gundê xwe bijîn. Em nikarin biçin dehl û rezê xwe. Topên hewanê li ber me ketin, Xwedê kir ku neteqiya. Eger biteqiya wê mirovan jiyana xwe ji dest bidan. Em xizanin, ji bilî gund, dehl û rezê me tiştekî me nîne. Eger em biçin bajaran, em ê gelekî zor û zehmetiyê bikişînin. Bi salane em li vî gundî dijîn. Em naxwazin dest ji gundê xwe berdin. Berdêla xwe mirin jî be em ê li gundê xwe bin.

Em êrîşên dewleta Tirk ên li derveyî mirovahiyê qebûl nakin. Gelo em çi bi Erdogan dikin ku vê tîne serê me. Erdogan nikare PKK'ê biqedîne. Çawa ku Saddam nekarî Kurdan biqedîne, Erdogan jî nikare PKK'ê biqedîne. Qaşo dibêje 'ez li herêmên gerîla dixwim'. Halbûkî ne rast e. Bi zanebûn li me dixe. Topên wan dikevin heta malên me. Xwedê me diparêze. Naxwe gelek wê ji me bihata kuştin. Eger zerareke me li wî hebûya, wê mafdar bûya. Lê belê em li gundê xwe ne û li vir dijîn. Em vê rewşê qebûl nakin. Ji Erdogan heye ku bi vî rengî wê gerîla biqedîne. Ne Kurd diqede ne jî PKK. Dawiya zordaran nebaş e, ew ê biqedin. her ku diavêjin, ez jî parçeyên topên hawanê didim hev. Dema ku yek hat karibim rê bidim. Erd û zeviyên me tên şewitandin. Zerarê il xwezaya me dikin. Dewleta Tirk hem zerarê dide mirovahiyê hem jî xwezayê. Divê her kes li ber vê rewşê rabe."