Piştî ku rêveberiya xweseriya demokratîk a piştî êrîşên qirkirinê yên DAÎŞ'ê sala 2014'an ava bû, êrîşên li ser Şengalê ti carî kêm nebûn. Berovajî, van êrîşan bi awayekî sîstematîk dewam kirin. Di 24’ê Adara 2017’an de yekem car êrîşên hewayî ketibûn dewrê. Di sala 2022’yan de, ev êrîş tenê bi êrîşên hewayî sînordar neman, ligel êrîşên bicihkirina mayinan heta sûîqestê zêde bûn.
Ji bo fêhmkirina sedemên van êrîşên dewleta Tirk a qirker a li Şengalê bi alîkariya PDK’ê pêk tîne, pêwîstî bi nirxandineke berfireh ji rastiya dîrokî ya Êzidiyan heta girîngiya erdnîgariya Şengalê heye. Lê belê ji ber ku bi taybetî di van 7-8 salên dawî de li ser vê mijarê gelek gotar, analîz û pirtûk hatine nivîsandin, ne hewce ye ku ev mijar bi dûr û dirêj were nirxandin. Lê belê ji bo fêmkirina êrîşên hefteyên dawî yên li ser Şengal zêde bûne û hêzên li pişt van êrîşan û armancê wan, ji bo siberoja civaka Êzidî girîng e.
Weke ku me diyar kir, ji sala 2014'an û vir ve êrîş li Şengalê qet kêm nebûne, ev 9 sal in êrîşên şerê taybet rojek û saetek jî kêm nebûne. Ev êrîşên şerê taybet carna bi rêya êrîşên hewayî, carna jî bi rêya êrîşên sûîqestê pêk hatin. Êrîşên derûnî berdewam in. Xalê dawî yê van êrîşan ku li pey hev bi navbera rojekê pêk hatin, di encamê de ji fermandarên YBŞ’ê Pîr Çeko û Agir Cefrî ku ji pêşengên nifşê nû yên Êzidiyan in û endamê rêveberiya Asayîşa Êzidîxanê Şêrzad Şemo şehîd bûn. Di van êrîşan de çima ev fermandar û rêveber hatine hedefgirtin û kîjan hêz li pişt û pêşiya dewleta Tirk a dagirker e, derxistina vê rastiyê wê bi kêrî me bê.
Bêguman ev êrîş ji aliyê balafirên keşfê yên Komara Tirk ve hatin kirin, ku li esmanê Şengalê qet nesekinîne. Di 27’ê Sibatê de Pîr Çeko û Agir Cefrî li Şengalê dema ji konê şînê yê ji bo 2 zarokên Êzidî yên kujerên wan ne hat zanîn vedigeriyan, balafirên keşfê li wesayîta Pîr Çeko û Agir Cefrî xistin. Gel bi merasîmek bi heybet xwedî li cenazeyên her du fermandarên ciwan derketin. Şêrzad Şemo yê ku li navenda Şengalê ji bo zarokê xwe ji dibistanê bigire ket rê, careke din di wesayîtê de bû hedefa balafirên keşfê.
Ev her sê fermandar û rêveberên ciwan ên ku şehîd ketin, ji aliyê civaka Êzidî ve dihatin hezkirin û li hemberî pirsgirêkên civakê kesên bi hestiyar bûn. Ew pêşengên welatparêz ên civaka Êzidxanê bûn, ku girîngiya xweseriya demokratîk û saziyên wê û bi taybetî xweparastina Şengalê ji kûr ve zanibûn û bi kedeke mezin vê hişmendiyê civakî kirin.
Ev her sê lawên leheng ên civaka Êzidî weke şervanên leheng û fermandarên ciwan ên bi bandor tên naskirin. Di sala 2014’an de ramanên Rêber Apo nas kirine û ji bo rizgarkirina Şengalê li dijî DAÎŞ’ê, tevî gerîlayên PKK’ê mil bi mil bi awayekî fedaî şer kirine. Bi vê minasebetê ji kûrahî hîn bûn ku azadiya civaka Êzidî divê bi xwe biryara çarenûsa xwe bide û ev jî tenê bi xweparastina civakî ya xurt dikare pêk were.
Ji bilî hebûna vê hişmendiya siyasî, Pîr Çeko bi sekna xwe ya dilnizm û ramanên xwe fedayê azadiya civakê kiriye, her tim hewl daye pirsgirêka civakê çareser bike. Pîr Çeko ji aliyê tevahî civaka Êzidî ve hatiye hezkirin. Wekî pêşengekî welatparêz cihê xwe di dilê civakê de girtiye. Şoreşgerekî Êzidî yê ku bi edaleta wî dihate bawerkirin, leheng bû, bê westan bû, bi dilsoziya xwe ya bênavber a ji bo Rêber Apo û ramanên xwe dihat naskirin. Pîr Çeko di heman demê de, ew kes bû ku li ser navê YBŞ'ê têkiliya bi artêşê re danî.
Ne zehmet e ku mirov fêm bike ka çima ev her sê ciwan û pêşengên civaka Êzidî ji ber van taybetmendiyên ku li jor hatine gotin, bûne hedef. Êdî kesek nemaye ku bizane dewleta Tirk a mêtinger dewleteke qirker a Kurd e, li ku derê yekî ku dixwaze bi rengekî azad bijî û dixwaze civakê di vê mijarê de bi rê ve bibe, dudilî nabe ku wî bike hedef û di vê mijarê de çiqas ketiye tê dîtin.
Ev fermandar du roj li pey hev hatin hedefgirtin û ji bo bandorek şok li ser civakê çêbike, li hundirê bajêr hatin bombekirin. Bi vê şokê re xwestin civak û xebatkarên wê yên ku ji xweseriya demokratîk bawer dikirin, bi afirandina tirsê ji holê rakin. Dema ku ev nivîs hat nivîsandin jî agahî hat ku balafirên keşfê û F-16 li ezmanê Şengalê difirin. Di vê yekê de hewldan û armanc heye ku tirs li ser serê civakê serdest bibe. Bi van firînên balafirên xwe dixwazin rê li ber vegera mirovan a li Şengalê bigirin, bi afirandina hawîrdora zexta psîkolojîk a berdewam, kesên li Şengalê koçber bibin û bi kurtasî bi vê wesîleyê civakê teslîm bigirin.
Ya duyemîn jî, dema ev êrîş pêk tên, hin hêz wekî berpirsyariya wan divê bêdeng nebin, lê bêdeng in, divê ev jî bên dîtin. Ji ber ku eger mirov bipirse ka hêzên din li pişt van êrîşan hene, formula hêsan a eşkerekirina vê wiha ye; Kî bêdeng ma û guh neda van êrîşan, ew li wir in. Demekê li Bexdayê hin hevdîtinên di navbera hin rayedarên hikûmet û dewletê û PDK'ê de ji bo pêkanîna peymana 9'ê Cotmehê ku Êzidiyan weke hewldanên nû yên qirkirinê yên li dijî xwe pênase kirin, di çapemenî de cih girt.
Wek tê zanîn peymana 9’ê Cotmehê di navbera Emerîka, Komara Tirk û PDK’ê de hatibû îmzekirin, serokwezîrê demê yê Iraqê Kazimî bi awayekî fermî ji bo pêk anîna vê peymanê hatibû erkdarkirin. Ev Peyman, di serî de parastina Êzidiyan, armanca wê tunekirina hemû sazî û rêxistinên rêveberiya xweser e. Lê tevî ku ev peyman di sala 2020’an de hat kirin û ev 3 sal in ji bo pêkanîna vê peymanê hewldan û êrîşên dijwar tên kirin jî, heta niha ev hemû êrîş û hewldan li vîn û berxwedana civaka Êzidî qelibî. Lê belê ev navendên xirap, ku pêkhateyên peymanê ne, heta niha bi israr ji sepandina vê peymanê ranewestiyane. Ji ber ku di serî de hikûmeta Iraqê û bi taybetî welatên Ewropayê li hember her du êrîşên dawî bêdeng in. Ev tişt vê encamê derdixe holê ku ev êrîş di çarçoveya peymana 9'ê Cotmehê de hatine pêşxistin. Her çiqas Elmanya û 12 dewletên Ewropayê tiştên ku di sala 2014’an de qewimîn wek qirkirin qebûl kirin, lê îro li hember êrîşên Tirkiyê ku ne kêmtir ji êrîşên DAÎŞ’ê yên li dijî Êzidiyan e, dengê xwe dernaxin. Ne pêkan e ku mirov vê durûtiya mezin bi awayekî din binirxîne.
Li aliyê din helwesta hikûmeta Sûdanê ya ku piştî hikûmeta Kazimî hat avakirin û rasterast bi civaka Êzidî re rû bi rû dimîne û weke dijmin dibîne, rewşa herî berbiçav e. Tiştê ecêb e ku li hemberî du êrîşên hovane yên li Şengalê tu gotinek nekirin.
Her hikûmetek ku li Iraqê were ser kar di her firsendê de tîne bîra xwe ku Şengal xaka Iraqê ye û Êzidî jî welatiyên Iraqê ne. Lê belê dema ku Êzidî bi rêya sîxuriya dewleta Tirk û PDK'ê tên qetilkirin, ji ber hin sedeman heman hikûmet dengê xwe dernaxin. Ev ji bo hikûmeta nû ya Iraqê jî derbasdar e. Hikûmeta Sûdanê ku li ser Şengalê daxuyaniyên nerm dide û peyama ku ji diyalogê re vekirî ye dide. Civaka Êzidî bi dilek paqij nêzî hikûmeta Sûdanê bû. Wan diyar kir ku, di hevdîtinên xwe yên bi Sûdanî re jî wan ev dilpaqijiya xwe diyar kiriye. Di heman demê de Êzidiyan gelek caran diyar kirin ku, ew ê neyên planên pişt perdeyê yên hikûmet û hikûmetên Iraqê ku bi zexta Tirk tên pêk anîn û gotibûn ew ê li dijî wê li ber xwe bidin.
Mijara sêyemîn jî dema van êrîşan e. Di van mehên dawî de YBŞ’ê li dijî sîxuran operasyona bi navê ‘Tolhildan’ pêk anîn, bi vê pêngavê re gelek sîxur hatin girtin, planên PDK’ê û Tirk yên komkujiyê, li dijî gelê Êzidî hatin eşkerekirin û di rojevê de cihek taybet girt. Bi vê wesîleyê bi taybetî PDK’ê û şerê wê yê taybet bi awayekî cidî hat eşkerekirin û bêbandor kirin. Her wiha hate xwestin ku rojeva rêxistina sîxuriyê ya PDK’ê ya ku bi van êrîşan derket holê, bi vê munasebetê bê guhertin.
Dîsa 2 roj beriya êrîşan komxebata ‘Pirsgirêkên Iraqê û çareseriya neteweya demokratîk’ ku li Şengalê hat lidarxistin, ne tenê li Şengalê, li tevahiya Iraqê rojeveke cidî çêkir. Di vê xebatê de ji bilî şêniyên Şengalê nêzî 50 akademîsyen, endamên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl, rewşenbîr û aktîvîstên ji baweriyên cuda beşdarî vê xebatê bûn û hemû beşdaran diyar kirin ku neteweya demokratîk û sîstema xweseriya demokratîk yekane modela çareseriya pirsgirêkên li Iraqê ye û divê di zûtirîn demê de avakarê vê projeye Rêber Apo azad bê berdan. Moral û rojeva ku vê komxebatê di nava gelên Şengalê de ava kir, di nava çend rojan de bandorek cidî kir.
Helbet du roj piştî vê komxebatê pêkhatina êrîşan, ne tesaduf e. Ji ber ku li Rojhilata Navîn bi taybetî jî li Kurdistanê tu pêşketin an jî bûyer bi tesadufî pêş nakeve. Bi rastî jî ev êrîş piştî vê xebatê pêk hatin, bi tevahî ji bo şikandina vê atmosfer û rojeva erênî ye.
Di encamê de; Dema êrîşan, aliyên wan ên rasterast an nerasterast, hedefên êrîşan û awayê pêkanîna wan konsepta şêwazek nû ya êrîşan an jî xurtkirina êrîşên heyî yên li Şengalê nîşan dide. Civaka Êzidî û saziyên wê yên demokratîk bi taybet hêzên wê yên parastinê, di ferqa vê konseptê de ne. Wê pêşdîtin, sebir û helwestek birêxistinkirî ku wê vê konseptê mîna yên berê pûç bike, bidin. Bi beşdarbûn û helwesta xwe ya di merasîmên şehîdan de ev yek careke din îspat kirin. Tevlîbûna wan a bi heybet û bi biryar a li van merasîman bû îfadeya pratîkî ya ku wê çawa li hemberî vê konsepta êrîşê bisekinin.
Ji vir û şûnde pêşniyaza me ya nerm ji bo hêzên ji bilî Komara Tirk û PDK'ê ew e ku di zûtirîn dem de êdî dev ji bûyîna hevkarê qirkirinê berdin. Em dibêjin ji bilî komara Tirk û PDK’ê. Ji ber ku sînorên xirabiyê li ba wan tune ye û her du hevkar îflah nabin. Em ji bilî van her du hêzên hov ji yên din re dibêjin; divê di van 8 salên dawî de were dîtin ku bi mezinkirina êşên Êzidiyan ne pêkan e ku civakê teslîm bigirin.
Dayika Êzidî ku piştî êrîşên dawî ji bo daxuyaniyê bide çapemeniyê kom bûn û careke din ji cîhanê re ragihand ku civaka Êzidiya gavekê jî paşde navêjin wiha got, "Em ê xaka xwe ya bi xwîna şehîdên me hatiye avdan bernedin. Parastina ax û çanda xwe, parastina rûmeta xwe ye. Em ê têk necin. Yan jiyanek bi rûmet an jî mirinek bi şeref.”
Ev êrîş tenê ji bilî biryardariya civaka Êzidî ya têkoşîn û berxwedanê, xizmetê ji ti armancê re nake. Dev jê berdin û li dijî dewleta Tirk a dagirker û PDK'ê ya xayîn bibin xwedî helwest. Ev yek wê her kesî bi ser bixe..