'Êrîşa li dijî Rêber Apo û PKK'ê, êrîşa li gelê Kurdistanê ye'

Xerîb: Li kîjan parçeyê Kurdistanê gel an jî tevgerek kete rewşeke tengav, PKK bi hewara wan ve çû û ew rizgar kirin. Niha jî wacîbê gelê Kurdistanê û hêzên siyasî ye ku xwedî li PKK’ê û Rêber Apo derkevin.

Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Diyar Xerîb, têkoşîna 40 salan a PKK'ê, rastiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, tecrîdkirina Ocalan û berxwedana li dijî tecrîdê ji ANF'ê re nirxand.

-Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo we û tevgera we çi îfade dike?

-Hêvîdar im ku em sala pêşiya me bi Rêber Apo re pîroz bikin. Bêgûman dema ku behsa PKK’ê tê kirin, bê Rêber Apo em nikarin behsa PKK’ê bikin. Ji ber ku Rêber Apo û PKK, du tiştên ku di nav hev de hev temam dikin. Bê Rêber Apo, ne pêkan bû ku PKK bihata avakirin. Îro jî bê Rastiya Rêber Apo, em nikarin behsa rastiya PKK’ê bikin. Li ser vî esasî, Rêber Apo ji bo me bingeha jiyaneke nû ava kir. Rêber Ap, em fêr kirin ku çawa bikaribin bi pîvanên rast bi jinê re jiyan bikin, li der û ber binêrin. Rêber Apo em fêr kirin ku em rast nêzîkî mirov, xweza, dîrok û hev bibin. Rêber Apo wisa kir ku em wekee PKK, li ser esasê xwezayîbûna mirov, rastiya mirov em carekî din xwe avabikin. Rêber Apo ew çewtbûna di jiyana mirov de çêbibû, bi me da naskirin û rêyek rast nîşanê me da. Nîşanî me da ka em ê çawa bikaribin xwe vê ji vê çewtiyê rizgar bikin, çawa vegerin li ser riya rast û em bi vê rêkê bikaribin cewherê rast yê mirovatiyê fêm bikin.

Divê em li gorî wê nêz bibin û berê xwe bidinê ka ew jiyana li ser esasê şaşitî, berjewendî, biçûkxistina hev, desthilatdarî; li ser esasê desthilatdariya mirov a li ser xweza û sewalan, desthilatdariya zilam a li ser jinê, desthilatdariya kesên bi ezmûn a li ser ciwan û zarokan ava bûye û vê jiyanê rast bikin. Êdî bikaribin li ser pîvanên wekeheviyê, mirov bi miov, jin- zilam, mezin-piçûk, mirov û xweza, sewal-ajal bi giştî hemû pêkhateyên gerdûnê, jiyaneke nû biafirînin. Li ser vî esasî em bi hev re bijîn û têbikoşin. Ji bo vê jî bi kurtî mirov dikare bêje Rêber Apo ji bo me wateya li xwe veger e, wateya pîvanê jiyana azad e, wateya hezkirin û femkirina îradeya jiyana azad e.

-Kokê destpêkê yên mirovahiyê û civakbûnê li Kurdistan û Rojhilata Navîn çêbûye. Rêber Apo, di têkoşîna PKK’ê a 41 salî de di gelê Kurd, Rojhilata Navîn de çi gûhertin çêkir? Hûn van gûhertinan çawa dinirxînin?

-Rojhilata Navîn û Kurdistan ji hêla erdnîgariya xwe ve li gorî daneyên arkeolojîk û dîrokî ji bo kom û mirovên destpêkê bûne bingeh. Jiyana civakê, li vê erdnîgariyê bingehê xwe daniye. Ji bo vê jî piranî dîroknas, arkeolog, gelek giranî didin vê erdnîgariyê. Li ser vê erdnîgariyê lêkolînên zêde dikin. Dixwazin bi riya naskirina vê erdnîgariyê rastiya jiyana civaka mirov û civakbûnê nas bikin. Weke tê zanîn di destpêka civakbûnê de pîvanê wekehevî, hev temamkirin, jiyana xwezayî esas hatiye girtin. Ji bo vê jî em îro li Kurdistan, Rojhilata Navîn pîvanê civakî, rastiya civakî zêdetir li derê din hatiye parastin û li hemberî pîvanên desthilatdarî, zordarî, sîstemî, çînayetî zêdetir li ber xwe dane niha jî li ber xwe didin.

Di sedsala 20’emîn de Modernîteya Kapîtalîst bi êrîşên piralî, dixwest berxwedaniya ku di nav civaka Kurdistan û Rojhilata Navîn a li hemberî sîstema çinayetî, desthilatdarî, kapîtalîstî de tê jiyîn, bi temamî têk bibin û bişkînin û vê pergala xwe li erdnîgariya Rojhilata Navîn û li Kurdistanê serwer bikin.

Rêber Apo bi şîrovekirina rast pêşketinên civakê, bi şîrovekirina rastiya Rojhilata Navîn û Kurdistanê, ew rastî derxist holê ku Kurdistan û Rojhilata Navîn pîvan û exlaqê civakî diparêzin. Yên ku bûne sebeb ku heta îro civak li ber xwe bide, jiyana mirovatiyê dewam bike ew berxwedana ku civakên bindest ên dinyayê taybet jî li Kurdistan û Rojhilata Navîn pêş ketiye. Rêber Apo ev rastî bi rengekî zanistî û zelal derxist holê û li ser vî esasî têkoşîneke mezin li Kurdistan û Rojhilata Navîn pêş xist. Ew baweriya ku di nav civaka Kurd û Rojhilata Navîn de pêş xist ku ev civak wê bikaribin vegerin li ser cewherê xwe rastiya xwe; sîstema serdest wê nikaribe bi temamî berxwedaniya vê civakê têk bibe û serbikeve. Yên ku serbikevin berxwedaniya civaka Kurdistan û Rojhilata Navîn e. Ya ku hêvî û daxwaza gel re bibe bersiv ev erdnîgarî û ev civak in. Ev rastî jî hem di têkoşîna Rêber Apo de derketiye holê, hem jî di aliyê paradîgmayî, siyasî, civakî û rêxistinî de derxistiye holê.

Îro jî PKK û hemû tevgerên azadiyê ku di çerçoveya paradîgmaya Rêber Apo de li Kurdistan û Rojhilata Navîn û cîhanê pêşketine, vê rastiyê zêdetir îfade dikin. Mirov dikare li ser vî esasî bibêje, têkoşîna Rêber Apo û PKK’ê di 40 saliya xwe de, ev piştrast kiriye ku civaka Kurd û Rojhilata Navîn gîhandiye wê zanebûnê. Ew îrade ku bi rengekî rast xwediyê rastiya xwe, li cewherê xwe derbikevin ne ji rastiya xwe birevin. Berovajî wê bi rûmet li rastiya xwe xwedî derkevin, berxwe bidin û ji bo serxistina vê rastiyê têkoşîn bikin. Em vê yekê bi têkoşîna ku tê meşandin bi eşkere dibînin. Em dibînin ku ev gûhertinên ku Rêber Apo di civaka Kurd û Rojhilata Navîn de pêşxistine, bandoreke pir mezin li ser civakên cîhanê kiriye. Gelek gelên azadîxwaz, sosyalîst, femînîst û anarşîst, her kesayetiyên ku bi awayekî piralî li hemberî sîstema serdestan berê xwe bidin Kurdistan û Rojhilata Navîn. Êdî bingeha baweriya rast a civakbûn, azadî yên civakên Kurdistan û Rojhilata Navîn û tevgera azadiyê PKK û ew rêxistinên ku Rêber Apo pêş xistiye, çêbûne.

-Civaka Kurdistanê di şexsê Rêber Apo û PKK’ê de xwe dibînin. Rêber Ocalan gelekî çawa afirand ku îro bi milyonan însan dibêjin ‘Azadiya wî azadiya me ye’?

Rêber Apo, li Kurdistanê ew gelê ku bi her awayî hatibû perçekirin, dihat înkarkirin, siyaseta înkar û îmha li hemberî wî dihat meşandin, gihîştibû asta ku ew bi xwe jî xwe înkar bike, ji xwe bireve, şiyar kir. Rêber Apo di destpêka salên 90’î de digot, ‘têkoşîna me ya salê 1973’an heta destpêka salê 1990’î, têkoşîneke jibo vejîna civaka Kurdistanê bû. Ji bo vê jî wê demê dirûşmeyek pêş ketibû û digot ‘Dema vejînê xilas bû, dema rizgarî destpê dike’. Mirov dikare bêje ku Rêber Apo di aliyê fikrî, wijdanî, exlaqî, siyasî û vîndarî de civaka Kurdistanê ji nû ve vejand. Wisa kir ku êdî mirovên Kurd, civaka Kurd û Kurdistanê, ji rastiya xwe nerevin, li rastiya xwe xwedî derkevin. Ji bona wê Rêber Apo, ev rastî tespît kiribû: ‘Kurdbûn zehmet e, lê reva ji Kurdbûnê jî îxanet e'. Yê ku bixwaze bi rûmetî wekee Kurdekî/ê jiyan bike wê her tim jiyaneke bi zehmet re rû bi rû bimîne. Lazime vê zehmetiyê bizanibe û derbas bike. Ger ku vê rastiyê qebûl bike wê her tim bi zehmetiyan ve rû bi rû bimîne. Lê ger ku vê zehmetiyê qebûl neke wê bibe îxanetkar.

Beriya PKK derkeve, ji civaka Kurd re du rê mabûn. A yekê, civak bi giştî ji rastiya xwe bireve û êdî tiştek bi navê Kurd nemîne. Ji ber ku aliyek li Bakurê Kurdistan nêzî 40 sal bû bi her şêwazê qirkirina çandî, fîzîkî li li ser civaka Kurd dihat meşandin. Zêdetirî 50 salan, li beşên din Kurdistanê jî wekee Bakurê Kurdistanê siyaset qirkirinê dihat meşandin.

Lê wê demê jî li Başûrê Kurdistan berxwedan hebû sala 75’an tevgerên Kurd jî bi têkçûnê re rû bi rû bûn. Mele Mistefayê Barzanî û Partiya Demokratîk a Kurdistan (PDK) wê demê bi sedema kopmloyê têk çûbûn. Vê jî hêviya civaka Kurd gelek qels kiribû. Ev bû sebebê ku hêviya azadiyê, hêviya berxwedanê di nav civaka Kurd de pir zeyîf bibe.

PKK’ê di rewşeke wisa de amedekariya avakirina xwe, amedekariya vejîna civaka Kurdistanê dikir. Di wê demê de pêşengên PKK’ê, Rêber Apo û hevalên wê yên destpêkê, ne ji Kurdînî rev, xwedîderketina li Kurdînî ango karê zehmet ji bo xwe esas girtin. Ji bo vê jî gelek kes dibêjin Rêber Apo û PKK weke tevgerek fedaî derket holê. Ji ber ku herkesî wê demê dizanî bû li Kurdbûn xwedî derketin rihekî fedaî dixwaze. Ev rihê fedaî bû sedem ku PKK pir ji zehmetiyan re rû bi rû bimîne. Rexmê van zehmetiyan jî PKK’ê li ber xwe da û her qadekî cavakê bi rêka berxwedaniyê xwest encam bigre û hêviyê gelê Kurd zêdetir bike. Dema ku PKK gîhîşt salê 90’î ji rêxistinek hîzbî derket bû hêza civaka Kurdistan. Ev pêvajoya vejînê bû ku Rêber Apo digot: Me pêvajoyê vejîn gîhand encam êdî pêvajoya rizgarkirinê destpêdike. Di vê çarçovê de mirov dikare bibêje ku PKK di nav Kurdan de civakekî Kurdistan e. PKK vîna azad û berxwedan, vejîn xuluqand, bi sebebê wiyê ku îro civaka Kurdistan taybet Kurd di şexsê Rêber Apo û PKK’ê de xwe dibînin. Jiyanekî bê Rêber Apo û PKK’ê tine dihesibînin û bi mîlyonan kes îro li PKK û Rêber Apo xwedî derdikevin.

-Jina Kurd di aliyê rêxistinî û berxwedaniyê de ji bo jinên cîhanê bûye pêşeng û niha jî vê rola xwe dilîze. Rêber Abdullah Ocalan di têkoşîna xwe ya 41 salî de ji hêla fikrî û rêxistinî de jinên Kurd anîn asteke ku xwe rêxistin bikin û dengê xwe bigihînin cîhanê. Hûn vê pêşketina ku ji aliyê Ocalan de hat pêşxistin çawa dinirxînin?

-Civakê Kurdistanê, ligel ku hatiye parçekirin û dagirkirin jî lê sebebê ku kokê jiyanê civakî di hûndirê civaka Kurdistan de xûrt e civaka Kurdistan di civakê din zêdetir xwedî nirxê civakî derketiye û xwe parastiye. Di nav civaka Kurdistan de jî jina Kurd hertim weke sembola parastina nirxên civakî giştî û nirxên Kurdistan bûye. Mirov vê rastiyê jî di gûndê Kurdistan, jiyana civaka Kurdê bindest de zêdetir dibîne. Lê bi sebebê ev siyaseta perçekirin û dagirkerî hêdî hêdî ev cewher jî lêwaz dibû. Rêber Apo çawa di nav civakan de her tim xwestiye xwedî nirxên rast derkeve, vê nirxê komî ser hevdû bike, bixe rêxistin, îrade. Ji bo jinê Kurd jî wisa nêzîk bû. Rêber Apo di jin de bi giştî taybet di jina Kurd de îradeya berxwedaniyê li hember sistema baviksalariyê, desthilatdariyê didît. Ev rastî dît ku jin wekee pêkhateyek, rêgezek li her aliyek din ê civakê zêdetir ji çewisandinê re rû bi rû dimîne. Rexmê vê jî di hindirê xwe de êş jiyan dike û bi rengekî berxwe dide. Lê dît ku belav e, nerêxistiniye ev jî hem civakê bê hêz dike hem jî jinê bêhêz dike.

Wekee din jî aliyê wî yê şiyarî û berxwedanî kêm e, berxwedaniyek xwezayî zêdetir di nav civaka Kurd de heye. Ji bo na vê jî Rêber Apo ev aliyê jiyan bo xwe esas girt. Jiyan di tekoşiyan xwe de ji bo xwe esas girt. Di nav civakê de giranî da ser rêxistinê jin, giranî da ser bi îradekirina jin û li ser vî esasî têkoşînekî pir berfireh û kûr dameşendin. Îro em encamên wî baştir dibînin. Beriya çil sal zêdetir bawerkirina jina Kurd dikare rabe li ser ling, jina Kurd dikare di kêleka zilam weke pêşengê civakê berxwe bide û di her qadekî civakê de berxwebide û di her qadekî de dikare ji civakê re pêşentiyê bike. Ev berê çil sal weke xeyal dihat dîtin, lê ev xeyal îro bûye heqîqet. Ne terê jinên Kurd ji bo civakê Kurdistan pêşengtiyê dike. Îro em dibînin jina Kurd ji bo jinê cîhanê, ji bo civaka cîhanê pêşengtiyê dike ev cihê serbilindiyê ye. Niha gelek jinên cihanê berê xwe didin Kurdistan tên têkoşîna jina Kurd dinêrin dixwazin ji ezmûnê rêxistinê jinên Kurd, ezmûnê têkoşîna jina Kurd a leşkerî, siyasî û civaka Kurd sûd werbigrin îro em dibînin jina Kurd bûye sembola peşeng ji bo avakirina berxwedaniyek berfirehî a enternasyonalîst a li aliyê jinan de. Jina Kurd di aliyê rêxistinî û berxwedaniyê de ji bo jinê cîhanî bûye pêşeng û niha jî vê rola xwe dilîze. Pêwîste jinên Kurd bi taybetî li vê nirxê zêdetir xwedî derkevin. Di vê demê de jinên Kurd divê vê rastiyê baştir bibînin û di şexsê Rêber Apo de, di şexsê PKK’ê de niha gelê Kurdistan di bin êrîşekî mezin de ye. Dagirkerên Kurdistan taybet jî desthilatdariya AKP’ê û hevalbendên wî hêzên hegemon yên emperyal naxwazin ev têkoşîna Rêber Apo li civaka Kurdistan taybetî jî di şexsê jina Kurd de pêşxistiye naxwazin di Rojhilata Navîn de serbikeve. Naxwazin ev têkoşîna Rêber Apo û ya jina Kurd mohra xwe li Rojhilata Navîn bide û bibe mînakek ji bo gel û jinên cîhanê.

Li ser vî esasî niha êrîşek mezin li ser tevgera azadiyê li ser Rêber Apo heye. Ev jî lazime em hemû baş bibînin, taybetî jî jinên Kurdistan û yên cîhanî divê vê rastiyê baş bibînin. Li ser vî esasî divê têkoşînekî berfireh bidin meşandin, êrîşên dijmin vala derxînin ew projeyên Rêber Apo yên ku ji bo PKK dibêje: Romanekî ku hîn jî temam nebûye. Têkoşîna jin jî Rêber Apo her tim wisa pênase dikir tayet jî dema ku dîl hate girtin got; projeya min a ji bo îdolojiya rizgariya jin temam nebû min dixwast temam bikim lê temam nebû. Niha Rêber Apo di girtîgehê de li ser vê projeyê kar dike em jî weke tevger dixwazin projeya Rêber Apo serbixin. Ji ber ku ev proje hîn jî negihîştiye encamê ji ber ku di hindirê têkoşînê de ye. Ji bo vê jî hêzên hegemon ji azadiya jin ditirsin, ji azadiya Kurdistan ditirsin, dixwazin ev azadî bi temamî nebe heqîqet û vê têkoşîna azadiyê têk bibin. Erkê hemû azadîxwaz taybet jî jinên cîhanê ye ku divê em vê projeyê xwedî derkevin û serbixin.

-Zîndan nebû sedem ku Rêber Apo bêhêvî bibe, yan jî xwe sînordar bike. Di kesayeta Rêber Ocalan de li zindana Îmraliyê berxwedaneke mezin tê pêşxistin û ev berxwedan her diçe di zindanan de mezin dibe, ev berxwedaniya mezin bi xwe re çi anî, wê çi bîne?

-Em niha 40 saliya PKK’ê diqedînin derbasê 41 saliya partiyê dibin. Ev 20 sal in Rêber Apo di girtîgehê de ye. Herkes vê rastiyê dizane. Rewşa ku niha Rêber Apo di girtîgehê de rû bi rû ye tu kes heta niha rû bi rû nemaye. Di cîhanê de yekem care kesek bîst sale di hûcreyekî takekesî de dîl tê girtin û tê zîndankirin hemû mafê civakî û hiqûqî lê tê tecrîdkirin. Rêber Apo rexmê vê siyaseta ku li ser wî tê meşandin, rexmê ku cihê wiyê teng, bandora îklîmê hewayekî ku hêdî hêdî bandorê li ser fîzîka mirov dike, rexmê ku aliyê tendûristiya Rêber Apo nebaşe ji bo xwe ev şert û merc nekiriye pirsgirêk û heta niha ji xwe re azadiya jin civaka gelê Kurd, azadiya însaniyetê ji bo xwe esas girt û zîndana Îmraliyê di aliyê paradîgmasal de kir bingeh da ku paradîgma xwe kurtir bike. Vê rastiyê jî herkes dît. Rêber Apo di gîrtîgehe Îmraliyê de şeş hezar rûpel zêdetir şîroveya dîrok, civak, zanist, hiquq sîstem pêşxist li ser vî esasî qatxiyek mezin ji bo zanist û felsefe kir û paradîgma û felsefeya PKK’ê jî pir berfireh kir. Di aliyê rêxistinê de jî Rêber Apo sîstemekî nû yê rêxistinî pêşxist. Di aliyê modelên çareserkirina pirskirikên civakî, pirskirikên netewî Rêber Apo berxwedana xweya zindana ji bo modelek nû xist bingeh û alternatîfa sîstema netew dewlet sîstema netewa demokratîk û konfederala demokratîk û xweseriya demokratîk pêşxist. Niha îro em ciddî li ser vê projeya netewa demokratik û xweseriya demokratîk disekinin.

Zîndan nebû sedem ku Rêber Apo bêhêvî bibe yan jî xwe sînordar bike. Fikir û ramanê Rêber Apo sînorê zîndan û tecrîd bi temamî derbaskiriye û Rêber Apo ne tenê derbas kir, ew pirskirikên ku sîstemên cîhanî bîrmendên cîhanî li hemberî wî bêçare mane Rêber Apo çareserî ji bo wan pêşxist. Ew bû sebebê ku piştê 13-14 salê zîndanê êdî Rêber Apo di zîndanê Îmaraliyê de bû sentezek û ku hemû têfikirîn û çavkaniyek ku her kes berê xwe bidinê wî. Berê tenê em weke PKK û gelê Kurd berê me li Îmraliyê bû, lê niha em dibînin ne tenê PKK û gelê Kurd gelek civakên cîhanî hêzên azadîxwazên cîhanî berê wan li Îmraliyê ye.

Êdî çareseriya pirskirêka Rojhilata Navîn û pirskiriêka civak û sîstem Îmraliyê dibînin. Îmraliyê weke îradeyek azad û ciddî projeyek bo çareseriyê dibînin li ser vî esasî em dibînin îsal li gelek cihê dûnya hemleya azadiyê ji bo Rêber Apo hate destpêkirin. Li nav hêzên sosyalîs, femînist, jinan, sendîkayên karkeran, li Birîtanyayê hemleyek destpê kirin. Di heman demê de di nav civaka Kurd de testpêk heta roja îro berxwedaniyek mezin tê meşandin. Îro em dibînin ev berxwedan roj bi roj mezintir dibe. Ez dikarim vê bêjim berxwedaniya ku Rêber Apo di her alî de pêşxist bû sebebî ku plangerî ango komploya navdewletî a ku salê 98 pêşket heta bi salê 99 bi dîlgirtina Rêber Apo ve gîhîşt zîrveyê ji bo ev komplo negîhîje encam pêşê bê girtin, heta astekî vala bê derxistin, PKK tasfiye nebe, îradeya Kurdê azad û jina azad zeyîf nebe ev berxwedan bû sebebê ku van mijaran pêşdatir biçin. PKK xûrtirbû, îradeya gelê Kurdistan xûrtir bû, îradeyê jinê azadê Kurdistan û jinê azad yê cîhanê xûrtir bû, îro mirov vê rastiyê baştir dibîne. Berxwedaniya Rêber Apo û tevgera me pêşxist bû sebebê ku îro em dibînin carekî din hêzên hegemon weke çawa salê 98 ji bo pêşiya fikir û ramanê Rêber Apo bigrin nehêlê PKK di gûhertina Rojhilata Navîn de mohra xwe pêxe anha jî piştê ku DAÎŞ li Iraq û Sûriyê hate zeyîf kirin liser projeyê çareseriyê yê li Iraq, Sûriyê û Rojhilatê Navîn tê nîqaşkirin ji bo ku pêş li projeyên Rêber Apo û PKK’ê bigrin li hemberî Rêber Apo û tevgera me êrîşên mezin pêk tînin. Ev tecrîda ku 7 sal zêdetir di aliyê hikukî li ser Rêber Apo dide meşandin, sê sale di her alî de dide meşandin bi vê tecrîdê ve dixwazin Rêber Apo ji tevgera azadiyê, gelê Kurd qût bikin.

Di heman demê de ev biryara Amerîkayê ya ku li dijî sê hevalên me girtiye, destekdayîna siyaseta qirker a dewleta Tirk e. Destekdayîna dagirkeriya dewleta Tirk e. Beşek e hewildanên ji bo pêşiya projeyên PKK’ê bigrin. Pêşiya qebûl kirina nasnameya azad a gelê Kurdistan bigrin. Pêşiya çareseriya pirskirêka Kurd û ya Rojhilata Navîn bigrin. Hemleyekî bi vî rengiye. Niha berxwedaniya Rêber Apo ya ku di zîndanê de pêşdixe cihê kêfxweşiyê. Di heman demê de niha gelek cihên Kurdistan û derve berxwedaniyek mezin ji bo azadiya Rêber Apo tê meşandin. Bi dirûşmên ‘Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê têkbibin, Kurdistanê rizgar bikin’ hemleyek mezin hatiye destpêkirin. Li herderê em dibînin civaka me bi rengekî xurt tevlê dibin û hemû hêz û dostên me di hindirê vê hemlê de cih digrin. Ev cihê dilxweşiyê ye. Ez dixwazim di vê derê de destxweşiyê van kesan, gruban, hêzan, pêkhateyên ku tevlê vê kampanyayê bûne bikim. Berxwedaniya wan silav dikim. Bila baş bizanibin ku azadî bê berdêl nabe, azadî bê têkoşîn nabe. Jiyanekî bê têkoşîn wateya wî nîne. Çiqas têkoşîn berfireh bibe jiyan ewqas watedar dibe. Çiqas têkoşîn berfireh bibe azadî ewqas nêzîktir dibe. Çiqas têkoşîn mezin bibe îrade ewqas xûrtir dibe. Çiqas îrade xurtir be hêzên dagirker neçardibin ku vê îradeyê nasbikin. Ev îrade dikar li ser vê axê xwe bide naskirin. Bi vê ve girêdayî ez berxedaniya Parlementera HDP’ê Leyla Gûven silav dikim. Pêvajoyek berxwedanê bi rûmet pêşxist.

‘EZ ÇALAKIYA LEYLA GÛVEN WEKE ÇALAKIYA MAZLÛM DOGAN A ZÎNDANA AMEDÊ DINIRXÎNIM’

Ez vê çalakiya Leyla Gûven weke çalakiya Mazlûm Dogan a Zîndana Amedê dinirxînim. Ev tespît hatiye kirin tespîtekî rast e. Ji ber ku dema sala 1980’an de hêzên dagirker dixwastin di Zîndana Amedê de îradeya gelê Kurdistan, îradeya şoreşgerên Tirkiyeyê bi temamî têkbibin. Îro jî Erdogan-Baxçelî dixwazin li Amed û li zîndanê din yên Tirkiyeyê îradeyê gelê Kurdistan îradeyê şoreşgerê Kurdistan, îradeyê siyasetmedarê Kurdistan û Tirkiyeyê têkbibin û dixwazin faşîzmê pêşbixin, di demekî wisa de berxwedanya ku Leyla Gûven daye destpêkirin û bi dirûşma ku ‘Şikandina tecrîda li ser Rêber Apo’ bo xwe esas girtiye. Ev dirûşmekî tam di cihê xwe de ye. Çalakiyekî di dem û cihê xwe de ye. Dûbare ez çalakiya wî slav dikim. Ez bangê hemû xelkên azadî xwaz sazî û rêxistinên azadî xwaz, însanên azadî xwaz bi her rengek dikim ku divê piştgiriyê bidin çalakiya Leyla Gûven. Em piştgiriya wan dibînin lê divê ev pirştgirî berfirehtir bibe.

NÊZÎ HEVDÛBÛYÎN ERKEKÎ EXLAQÎ, CIVAKÎ, RÊXISTINÎ Û WIJDANÎ YE

-Di 41 saliya PKK’ê de li hemberî Rêber Abdullah Ocalan êrîş zêde bûne. Bi van êrîşan ve çi armanc dikin û li hemberî van êrîşan ji vir û şûnde hûn ê têkoşînek çawa bimeşînin? Di sala 41’emîn de, di serî de gelê Kurd û hêzên azadîxwaz divê çawa tevbigerin?

-Niha êrîşeke mezin li hemberî Rêber Apo û tevgera me tê meşandin. Li hemberî vê êrîşê niha berxwedaniyek mezin tê kirin. Girînge em hemû vê rastiyê bibînin. Êrîşa li hemberî Rêber Apo û PKK’ê êrîşa li ser civaka Kurd û li ser vîna azad e. Ew kesên ku tenê PKK’ê hedef nîşan didin dixwazin hêz û civaka Kurd ji hevdû perçe bikin. Ji bo ku lewaz bikin. Ji ber ku ew baş dizanin çiqas hêzên Kurdî li gel hevdû bibin ewqas bi hêz dibin. Ew dixwazin bi vî rengî peyamek bidin hêz û rêxistininên din yên Kurdî. Ew ne dijî hêzên din ê Kurdî ne li dijî PKK’ê ne. Hêzên dagirker bi vê helwesta xwe ve diyar dikin ku li dijî çareseriya pirsgirêka Kurd in, li dijî nasnameya Kurd û Kurdistan in. Mînakê wî pirin di salê borî de li başûr hikumeta başûr referandûmek encam da. Hêzên hegemon hemû dijî vê referandûmê derketin. Van hêzana bi vê helwesta xwe ve li dijî Kurdistanê derketin. Wekee din di destpêka îsal de êrîş li ser Efrînê hate kirin. Dema ku Rûsya derî vekir ji bo ku Tirkiye êrîş li ser Efrîn bike Emerîka, Rusya Sûriye hemû hêzên derve û hindirîn bêdengbûn. Em dibînin beriya du meh dewleta Suriye û Rusya dixwastin êrîşê Idlibê bikin lê Amerîka û gelek hêzên di li Idlibê xwedî derketin. Herkes jî dizane li Idlibê kî hene Cebhetull Nusra û hêzên ku gelek alî wan weke terorîst nasdikin wana hene. Lê Emerîka û gelek hêzên din wan parast û rênedan ku Sûriye û Rusya êrîşê wan bike. Lê dema ku Tirkiye êrîşê Efrînê kir hemû hêz bêdeng bûn. Ev jî ev rastî derdixe ku hêzên hegemon dixwazin Kurd bidin şixulandin, naxwazin Kurd bigihîjin maf û azadiya xwe. Jibo vê jî ev êrîşa ku niha li ser Rêber Apo û PKK heye erîşa li ser gelê Kurdistan bi giştiye. Êrîşê li ser îradeya azadiya gelê Kurdistan, êrîşa li ser vîna azad e. Hêzn hegemon dixwazin bê Kurda Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayn bikin.

Li ser vî esasî em hêvî dikin ku hemû hêz û gelê Kurd vê rastiyê bibînin û hemû tevger li ser vî esasî nêzê polîtîkayên li hemberî Kurdan bibin. Hemû hêzên Kurdî lazim e xwe derveyê vê nebînin. Lazim e xwe derveyê çalakî nehêlin. Eger ev çalakiyên ku li hember Rêber Apo hinek encam bigre, bêgûman gava dûyem a êrîşan li ser van hêz û partiyên Kurdî yê dinin. Bi vê ve dixwazin hemû Kurdan derveyê gûhertinên li Rojhilata Navîn pêk tê bihêlin.

Li ser vî esasî ez dixwazim vê bêjim; vê demê nêzê hevdûbûyîn erkekî exlaqî, civakî, rêxistinî, wijdanî ye. Ev dem dema ku em herî zêde nêzîkî hevdû bibin e. Pêwîste herkes bizanibe PKK û Rêber Apo her tim li hember her perçeyek civaka Kurd xwe berpirs dîtine. Dema ku kîjan perçê Kurdistan gel civak an jî hizb ketin tengasiyê PKK hewara wan de çû û wan tengasiyê rizgar kirin. Niha îro jî wacîbê gelê Kurdistan, wacîbê hêzên siyasî yên Kurdistane ku li PKK û Rêber Apo xwedî derkevin. Weke helwestekî netewî ê demokratîk ve van êrîşan vala derxînin. Baweriya me ewe ku di sala pêşlya me de em û civaka xwe têkoşîna xwe xurtir bikin ku em bikaribin dîzayînê Rojhilata Navîn de nasnameya gelê Kurdistan nasnameya pêkhateyên Kurdistan em bidin qebûl kirin em Kurdistan û Rojhilata Navîn bikin mînakekî pir xweşik ji bo hemû civakên cihanê. Dubare ez bi vê mînasebetê ez slav û rêzên xwe li vêderê heta Îmraliyê ji Rêber Apo re dişînim. Slav û rêzên xwe ji bo hemû hevalên xwe yên berxwedêr li her derê qadên azadiyê berxwedidin heman dem ji bo gelê me yên welat parêz û dostên me yên welat parêz yên her derê ku bi rengê cûda cûda çalakîdene berxwedan de ne ez slav û rêzên xwe ji wan re dişînim. Ez dibêjim gelekî ku rastiya xwe naskiribe, civakekî ku rastiya xwe naskiribe, azadiya xwe naskiribe. Tu kes nikare vê civakê zeft û sînordar bike wê dawiyê ev civak bigihîje azadiya xwe.