Balafirên şer êriş birin ser herêmeke Silêmanî

Hate ragihandin êrîşeke hewayî ya bi balafirên bêmirov çûye ser herêma Şarbajêr a Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê.

Balafirên ku tê gotin ên dewleta Tirk a dagirker in, herêma Şarbajêr ya ser bi Silêmaniyê bombebaran kirin.

Li gorî agahiyên hatine standin, balafiran herêma Şarbajêr ya ser bi Silêmaniyê bombebaran kirine. Balafiran heya deşta Jajolan û Kiwêrekan ku tenê 3 kîlometre ji gundê Gelawe dûre, bombebaran kirin.

Li gorî agahiyan ziyanek mezin hatiye ser bax û baxçeyên gelê herêmê. Nayê zanîn bê ka balafir ên kîjan welatî ne. Lê tê gotin dibe ku  balafir ên dewleta Tirk a dagirker bin.

Qeymeqamê navçeya Mawet ya ser bi Şarbajêr Kameran Hesen ji Rojnews re axivî û got; “Balafiran îro du caran herêmê bombebaran kirin. Balafirên bêmirov ên keşfê jî heya saet 12:00’an li ser herêmê digeriyan.”