Êrîşa dewleta Tirk li Ranyayê hate protestokirin

Êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Balafirgeha Silêmaniyê, li Ranyayê hat protestokirin.

Nerazîbûnên gelê Başûrê Kurdistanê ya li dijî êrîşa dewleta Tirk a di 7’ê Nîsanê de li ser Balefirgeha Silêmanî pêk anî, zêde dibin. Bi vê armancê di saetên êvarê de li navçeya Ranyayê bi tevlêbûna gelek kesayet, mamosta, çalakvan û welatiyên bajêr çalakiyek hat lidarxistin.

Di çalakiyê de daxuyaniya ji aliyê Star Resûl ve hat dayîn. Resûl diyar kir ku ew êrîşên dewleta Tirk ên li ser xaka Kurdistanê şermezar dikin û got: "Bombebarana Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmanî êrîşeke metirsîdar û dijminane li dijî hiqûqa herêmî û navneteweyî ye. Em bang li civaka navdewletî dikin ku li dijî êrîş û binpêkirinên dewleta Tirk dengê xwe bilind bikin û cezayên pêwîst bidin dewleta Tirk.“

Di dawiya daxuyaniyê de jî daxwaz ji saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat kirin ku wek saziyên netewî tevbigerin, rûmeta gelê Kurd û Kurdistanê biparêzin.