Li Baxê Giştî yê Silêmaniyê li dijî êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser gundê Dîgurê yê girêdayî bajarokê Sinûn a Şengal çalakiyeke şermezarkirinê hat lidarxistin.
Di çalakiyê de ku gelek kesayet, rêxistinên sivîl û siyasî beşdar bûn, dirûşmên “Helwesta li dijî komkujiya li ser Şengalê helwesta li dijî DAIŞ û Tirkiyeyê ye”, “Na ji bo komkujiya li hember jinan û bijî berxwedana jinên Êzîdî” hatin qîrkirin.
Li vir li ser navê Komîteya Amadekar a Çalakiyê Luqman Hesen daxuyaniyek da.
Hesen bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk a li ser Şengalê û got: ”Her destdirêjiya li ser Şengalê, destdirêjiya li ser xaka Iraqê ye. Hêzên YBŞ û YJŞ bi awayekî fermî beşeke ji hêzên parastina Iraqê ne. Divê Iraq li hember êrîşan bêdeng nemîne û li hember Kurdên Êzîdî berpirsiyar e.”
Piştre jî Kampanyaya Jin Jiyan e Jiyanê Nekuje jî êrîş şermezar kir.
Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.