Çûyîna gundên Heftanînê tên astengkirin

Rêveberiya Başûrê Kurdistanê ji roja li Heftanînê operasyon destpêkir û vir ve di rojên dawî de, elektirîka li herêmê qût kiriye û rê nade derbasbûna xurek û zexîreyan.

Operasyonên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê dewam dike.

Tevî desteka bejahî û esmanî ya artêşa Tirk a 16’ê Hezîranê û vir ve li herêma Heftanîn a dikeve Başûrê Kurdisanê operasyona dagirkirinê daye destpêkirin, rastî berxwedana gerîla ya mezin tê, rejîma faşîst rêveberiya herêmî jî dike hevkarê xwe.

Li gorî agahiyên îro me ji çavkaniyên xwecihî girtin, rêveberiya Herêma Başûrê Kurdistanê di nava çend rojên dawî de, elektirîka xwecihiyên herêmê qûtkiriye, rê nadin ku gundî ji bo xwe xurek û zexîre bigirin.

Dewleta Tirk 19’ê Hezîranê Şêladizê bombe kiribû û 5 sivîl şehîd bûbûn, li ser vê gel rabûbûn serhildanê. Rêveberiya herêmê baregehên leşkerî yên Tirk ji gel parastibûn.

Çavkaniyên xwecihî diyarkirin ku ev nêzîkatiya rêveberiya Başûrê Kurdisanê weke sûd dayîna operasyonên dagirkirinê tên nirxandin.