NÛ BÛ-Balafirên şer ên Tirk çiyayê Asos bomberdûman kir
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker çiyayê Asos yê dikeve navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de, li gorî saeta herêmî saet 20:30’an bomberdûman kir.
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker çiyayê Asos yê dikeve navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de, li gorî saeta herêmî saet 20:30’an bomberdûman kir.
Li gorî agahiyên ji çavakaniyên herêmî, balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker çiyayê Asos ê nêzî bajarê Silêmaniyê yên li Başûrê Kurdistanê dikeve navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de, îro saetên şevê saet 20:30’an ve bomberdûman dike.
Hate diyarkirin ku bomberdûman bi alîkariya balafirên keşfê hatiye kirin.