Çiyako: Heke hilbijartina Îranê neyê boykotkirin wê rejîm rewa bibe

Endamê Koordînasyona KODAR’ê Ehven Çiyako diyar kir ku divê li Îranê hilbijartin were boykotkirin û berevajî vî tiştî wê pergal xwe rewa bike.

Li Îranê wê di 21’ê Sibatê de hilbijartina parlementoyê were kirin. Li Îranê hemû tevger, partî û rêxistinên li Îranê bang li gelan kirin ku bila hilbijartinê boykot bikin. PJAK û KODAR’ê jî banga boykotê kirin.

‘HILBIJARTINEKE DEMOKRATÎK TUNE’

Endamê Koordînasyona KODAR’ê Ehven Çiyako diyar kir ku hilbijartin ne demokratîk e û ji ber vê jî bang li gel dikin ku bila hilbijartinê boykot bikin.

Çiyako got ku “Li Îranê rejîmeke totalîter û otokratîk heye. Hin sazîbûn hatibin kirin jî û qaşo ji bo gel karibin qedera xwe diyar bikin hin hilbijartin were kirin jî, rastî ne wisa ye. Li Îranê her tişt di destê Welayetî Feqî de ye, her tişt ji bo berjewendiya vî tiştî ye. Hilbijartin jî wê ji bo vî tiştî were kirin. Îran û hemû hilbijartinên netewe-dewletan ne demokrasî ne. Demokrasî ev e ku gel xwe bi rê ve bibe û qedera xwe diya bike. Li Rojhilata Navîn hemû hilbijartin formalîte ne. Di nav Rojhilata Navîn de jî ya herî formalîte Îran e.”

‘BERÊ TÊN HILBIJARTIN’

Çiyako diyar kir ku namzetekî parlementeriyê berê tê hilbijartin û got ku “ Namzetekî parlementeriyê dema forma serîlêdanê dadigire, divê diyar bike ku ew di bin xizmeta Welayetî Feqî de ye. Di heman demê de saziyeke wan a bi navê Konseya Parastina Destûra Bingehîn heye. Divê ev sazî jî kesan pesend bike. Namzet beriya ku pêşkêşî gel werin kirin, tên hilbijartin.  Ev jî diyar dike ku ev ne hilbijartineke demokratîk e.

Îranê li nava welat û derve rewabûna xwe ji dest daye û armanca wê ev e ku rewabûna xwe dîsa bi dest bixe. di sedsala 21'an de jî gelê Îranê, asîmîlasyon li ser wan heye. Li Îranê gelek gelên cihê hene. Hebûn û nasnameya wan di bin zextên mezin de ye. Qanûnên Îranê qanûnên şerîatê ne. Herî zêde li Îranê jin tune tên hesibandin. Li Îranê hejarî, birçîbûn û bêkarî heye. “

‘DIVÊ TU KES NEÇE SER SINDOQAN’

Çiyako banga boykotkirina hilbijartinê kir û got ku “Hilbijartin lîstikeke desthilatdariyê ye. Ji ber ku tiştekî nadin gelan divê werin boykotkirin. Divê gel neçin ser sindoqan. Rejîm bi rêjeya tevlêbûna hilbijartinê dixwaze xwe ji qada navneteweyî re bide diyarkirin ku ew rewa ne. Bi boykotê re ev gava Îranê dikare were pûçkirin. Divê mûxalefet jî bi hevkarî tevbigerin û pêşengiyê ji gel re bikin. Tevgerên şoreşger divê pêşengiya vî tiştî bikin. Şoreşger divê ji bo şoreşê vî tiştî birêxistin bikin. Li Îranê hemû hêzên muxalif diyar kirin ku divê ew hilbijartinan boykot bikin. Di rastiyê de jî divê ev tevger bi hev re tevbigeriyana. Divê helwesta xwe ya li hemberî hilbijartinan bi civîneke hevpar diyar bikirina û plansaziyeke hevpar bikirina. Lê ev tişt nehate kirin. Ev parçebûn jî bi kêrî rejîmê tê.”