​Çiya û gelê Omeryan li ber şewatê serî natewîne

Li çiyayê Omeryanê, bi qedexeya derketina derve re di nava du mehan de bi sedan hektar rez û bexçeyên gundiyan hate şewitandin. Gelê herêmê, li dijî polîtîkayên koçberkirinê û şewatê li ber xwe dide.

Li Kurdistanê hema hema li her herêmê bi qedexeya derketina derve re çiya û daristan ji aliyê leşkeran ve tên şewitandin. Di nava salekê de sê caran çiya hatin şewitandin û li herêma Omeryan a Mêrdînê bi şewatên hatin derxistin bi sedan hektar qad şewitîn. Gelê ku rez û baxçeyên wan hatin şewitandin, koçberî lê tê ferzkirin û ji salên 90’î heta niha gel li dijî van polîtîkayan li ber xwe didin.

ÇIYAYÊN OMERYANÊ REŞ BÛNE!

Roja 18'ê Îlonê li 14 herêmên Nisêbînê derketina derve hatibû qedexekirin û ev qede du roj berê hatibû rakirin. Dewleta Tirk, çiyayên Omeryan jî bi hinceta operasyonan dişewitîne. Du roj berê qedexe hat rakirin û piştî vê welatiyên mudaxaleyê şewatê kirin, bi zor şewat temirandin. Şewata ji gundê Çalikoy heta Girê Goran pêk hat her tişt şewitand û bi hezaran darên palamutê tine kir. Her wiha gelek zindî jî tine bûn.

Bi şewata ku 5 rojan dewam kir re piranî çiya şewitî û rengê wê guherîn. Çiyayên Omeryan ligel şewatê tevî her tiştî heybeta xwe diparêze. Dewlet jî bi armanca operasyonê sewqiyata leşkerî didomîne.

'KÊM MABÛ BIGIHÊJE GUND'

Gundiyên ji ber nekarîbûn şewatê bitemirînin, bi dehan hektar rez û baxçeyên wan şewitîn. Gundiyên di şewatên berê de jî zirarek mezin dîtin, ji ber şewata îsal naçin ser rezan.  Gundiyan anîn ziman ku hemû sebzeyên wan şewitîne û keda wan di nava 5 rojan de tine bûye. Welatiyan got, eger şewatê hinekî din dewam bigire wê bigihaşta gund û wiha dewam kirin: "Du rojan nehiştin em ji hundir derkevin û em mudaxaleyê şewatê bikin. Li ber çavan her tiştê me şewitî."

Welatiyekî ji gundê Çalikoy diyar kir ku leşkeran bi hinceta şer daristan şewitandine û got: "Li dijî vê divê em bibin yek. Em du caran bi xetereya şewitandinê re hatin rû hev. Lê kesî tiştek nekir. Hemû çiyayên vir şewitîn. Di her qedexeyê de heman tişt tê kirin. Divê demildest her kes ji vê re bêje bes e. Cihê me yê em bimînin nema. Hemû çiya şewitandin."